01:32 26 Gulan 2018
Meral Akşener û Kemal Kiliçdaroglu

Navê tifaqa çar partiyan diyar bû

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Navê tifaqa partiyên CHP, Partiya IYI, Saadet û Partiya Demokratê aşkere bû. Navê tifaqa çar partiyan weke‘Tifaqa Gel' hat diyarkirin.

CHP, Partiya IYI, Saadet û Partiya Demokratê piştî îmzekirina protokola tifaqê tê payîn ku îro an jî sibe serî li Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) bidin.

Li gorî zanyariyên medya tirkî her çar partiyan ji bo tifaqeke hilbijartinê li hev kiriye. Protokola her çar partiyan piştî serlêdana namzedê Serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince, îro an jî sibe serî li YSKê were xistin.

Li gorî zanyariyên kulîsan herçar partiyên ku bi navê ‘Tifaqa Gel' li hev kirine CHP, Partiya IYI, Saadet û Partiya Demokratê dê namzedê xwe derxin û di tûra duyemîn de piştgiriyê bidine namzedên xwe û di tûra duyemîn de jî dê piştgirî bo namzedê ku herî zêde deng stendiye were dayîn.

 

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu navê namzedê CHPê ji Akşener re got
Buldan: Tifaqa Kurdistanî ji bo pêşeroja kurdan gelek girîng e
Turk: Kurd dê dengê xwe nedin kesên wan nexin nav tifaqa xwe
Erdogan protokola ‘Tifaqa Cimhûr’ îmze kir
Etîketan:
Tifaqa Gel, Tifaq, Hilbijartin, Meral Akşener, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de