17:26 23 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş aşkere kir bê bawerî bi kê û kê aniye û bûye namzed

    © AP Photo / Petros Giannakouris
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)
    0 0 0

    Namzedê hilbijartinên serokomariyê yê 24ê Hezîranê yê HDPê Selahattîn Demirtaş piştî ku duhî 4ê Gulanê bi fermî namzediya wî hat ragihandin aşkere kir bê bawerî bi kê û kê aniye û bûye namzedê serokomariyê.

    Namzedê Serokomariyê yê HDPyî Demirtaş ê ku li Edirneyê girtî ye bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam dan û aşkere kir bê wî bi kî û kê bawerî aniye û bûye namzedê Serokomara Tirkiyê.

    Demirtaş di peyama xwe de xîtabî kesên ku jê re dibêjin te bi çi bawerî anî bûyî namzedê serokomariyê? kir û bi awayekî esprîtuel bersiv da. Demirtaş got:

    "Di rapirsiya li hicrika min de sedî sed ez derketim. Henek henek. Dema ku carekê ez ji xwe hêrs bûm û min deng neda xwe, sedî 50 ez derketibûm."

    Demirtaş paşê ji mîting, civîn û çalakiyên xwe yên berê yên cur bi cur fotograf parvekirin û got aya dibe ku min baweriyê bi vêya anîbe.

    ​Demirtaş "Belkî jî ez bi vêya baweriyê tînim!"

    "Heye ku ez ji vêya jî dilniya bim."

     

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)

    Bi heman mijarî:

    Ji Demirtaş spasî û daxuyaniyên hilbijartinê: Tenê 50 roj ma!
    ‘Divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve'
    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
    HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
    Etîketan:
    Namzedê Serokomariyê, Hilbijartin, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de