01:38 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş - HDP

Ji Demirtaş spasî û daxuyaniyên hilbijartinê: Tenê 50 roj ma!

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 0 0

Namzedê hilbijartinên serokomariyê yên 24ê Hezîranê yê HDPê Selahattîn Demirtaş piştî ku îro 4ê Gulanê bi fermî namzediya wî hat ragihandin, kampanyaya xwe ya hilbijartinê da destpêkirin.

Li ser hesabê twitterê yê Demirtaşê ku li girtîgeha Edirneyê girtî ye, piştî ragihandina namzediyê bi 18 xalan spasî, hêvî û daxwaziyên wî yên bo hilbijartinê hatin weşandin.

Demirtaş pêşî spasiyên xwe li rêveberiya HDPê û her kesî dike û dibêje, "Ez ê sekna xwe we mehcub nekim û hewil bidim layiqê vê berpirsiyariyê bibim."

‘TENÊ 50 ROJ MA'

Demirtaş diyar dike, di serî de Kurd, Elewî û hemû kesên ji ber nasnameya wan cudaxwazî li ser wan tê kirin gelekî nêzî azadî û wekheviyê bûne û wiha dewam dike:

"Hemwelatiyên me yên xwedî ol û baweriyên cuda û xwedî nasnameyên cuda; her yek ji we dê ji dil endambûna bi rûmet a neteweya demokratîk hîs bike. Tenê 50 roj ma."

'50 ROJÊN BI JIMAR WÊ ZÛ DERBAS BIBIN'

Demirtaş di daxuyaniyên xwe de bangê li jin û ciwanan jî dike û li ser kesên bi hincetên cuda ji kar hatine avêtin û ketine girtîgehan dibêje, "Yên ku bi neheqî li girtîgehan hatine mexdûrkirin, yên ji karên xwe hatine avêtin; bawer bikin 50 rojên bi jimar dê zû derbas bibin."

'50 ROJAN HÛN JÎ XÎRET BIKIN'

Namzedê HDPê li ser girtina rojname, televizyon û zîndanîkirina endamên medyayê jî dibêje, "Her tiştî ji me hêvî nekin, 50 rojan hûn jî xîret bikin."

‘BILA ÇIYA Û GIRTÎGEH VALA BIBIN'

Demirtaş bang dike: "Bila çiya jî girtîgeh jî vala bibin. Bila destê leşker û polîsan ne li ser dilê wan be. Yên ku aştiya bi rûmet dixwazin; herî zêde ji bo we, ji bo dayikên bi êş, êdî em bêyî êşandina ti kesî aştiyekê bikin. Hindik maye înşellah."

DEMIRTAŞ BI KURDÎ SPASIYA PIŞTGIRIYA PARTIYÊN KURD KIR

Namzedê HDPê yê Serokomariyê Demirtaş di dawiya daxuyaniyên xwe de, banga piştgirî û dengdanê kir.

Demirtaş herwiha ji bo piştgiriya hilbijartinê spasiya xwe li hinek partiyên kurd kir:

"Ez bi piştgiriya we gelek şad û şanaz bûm, zor spas. @ospkurdistan"

"Ji bo piştgiriyê ez gelek spasiya we dikim, hûn her hebin. @psk_capemeni"

"Ez bi piştgiriya we gelek kêfxweş bûm, piştevaniya we hêz da min, zor spas. @PAKURD"

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

‘Divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve'
Mamoste Ayşe hat tehliyekirin
Li Tirkiyeyê partiyeke din a kurdan hat avakirin
Kevintirîn wêneyên bajar û şexsiyetên kurdan
CBS: Amerîkayê alîkariya fînansî ya ji bo Mîxferên Spî rawestand
Li Hawaiyî çiyayê Kilauea aktîv bû
Etîketan:
24 Hezîran, Demirtaş, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de