17:48 23 Gulan 2018
    Mamoste Ayşe

    Mamoste Ayşe hat tehliyekirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Hat ragihandin ku Mamoste Ayşe Çelik piştî itiraza parêzeran îro hat tehliyekirin.

    Mamoste Ayşe Çelik a ku ji ber gotina xwe ya ‘bila zarok nemirin' û salek û 3 mehan hatibû sizadan û tevî zaroka xwe ya 6 mehî ketibû Girtîgeha Amedê hat tehliyekirin.

    Piştî itiraza parêzeran dadgehê bi mercê kontrola edlî Çelik tehliye kir.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku mamoste Ayşe Çelik bi rêya telefonê beşdarî bernameyek televizyonê bibû û gotibû, "Bila dayik negirîn û zarok neyên kuştin." Ji ber van gotinan derbarê Mamoste Ayşe de bi hinceta ku "pesnê rêxistinê da ye" doz hatibû vekirin, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî temambûna 6 mehên taloqkirî yên ji bo mamosta Ayşe, Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryara dadgehê red nekiribû û li ser vê yekê Mamoste Ayşe Çelik bi zaroka xwe ya 6 mehî ya bi navê Deranê ketibû girtîgehê.

    Bi heman mijarî:

    Mamoste Ayşe bi pitika xwe Deran ya 6 mehî ve ket girtîgehê
    Mamoste Ayşe Çelik dê bi zaroka xwe ya du mehî re têkeve zindanê
    Mamoste Ayşe ya ku got ‘bila zarok nemirin' tê darizandin
    Baroya Dîlokê: ‘Mamoste Ayşe ne bi tenê ye, em jî hevparê sûcê wê ne’
    Etîketan:
    Berdan, Ayşe Çelik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de