20:55 20 Gulan 2018
    Demirtaş

    HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e

    © Sputnik / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (95)
    0 30

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi awayekî fermî nazmedê xwe yê Serokomariyê aşkere kir.

    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan li Amedê bi awayekî fermî nazmedê partiya xwe yê Serokomariyê aşkere kir.

    Buldan, "Namzedê HDPê yê Serokomariyê parlementerê me yê Stenbolê Selahattin Demirtaş e"

    Piştî Buldanê peyama Demirtaş hat xwendin. Demirtaş di wê peyama xwe diyar kir ku, "Hûn dê bibînin ciwantirîn surprîza hilbijartinên 24ê Hezîranê em ê bibin. Tê pirsîn bê em dê di tûra duyem de piştgiriya kî bikin, bi pêbaweriyek bilind bibêjin: ‘Em dê di tûra dûyemîn de jî piştgiriya Demirtaşî bikin. Lê hûn ê piştgiriya kî bikin?'"

    Demirtaş "Em bawer bikim, em dikarin.

    DIRÛŞMÊN HILBIJARTINÊ

    HDPê ji bo namzedê xwe yê Serokomariyê ev dirûşme bijartin. Bi tirkî ‘Yurtaş (Welatî), Arkadaş (Heval), Yoldaş (Rêheval); Bi kurdî ‘Tu dikarî' û ‘Mirovekî Baş Demirtaş'

    Dirûşmeya Serokomariyê ya HDPê Mirovekî Baş Demirtaş
    © Sputnik /
    Dirûşmeya Serokomariyê ya HDPê "Mirovekî Baş Demirtaş"

    Ji aliyê din ve Navenda Giştî ya HDPê bi rêya hesabê xwe Twitterê strana xwe ya hilbijartinê jî aşkere kir:

    Di wê stranê de tê gotin: "Tu dikarî. Dem dema wê ye! Tu Dikarî vê pergalê biguherînî."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (95)

    Bi heman mijarî:

    Partiyek din di hilbijartinê de bo Demirtaş piştgiriya xwe ragihand
    HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
    Demirtaş: Hemû heskerên HDPê dikarin bibin parlementer
    Demirtaş: Serkeftinê dixwazim
    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Etîketan:
    Namzed, Hilbijartin, HDP, Pervin Buldan, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de