04:29 28 Gulan 2018
hevdîtina-hak-par û HDP

HDP serdana HAK-PARê kir: Xelasiya gel û welat girêdayî yekîtiyê ye

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Hevserokên HDPê û KCDê li Amedê çûn serdana HAK-PARê. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di serdanê de axivî û got “Ger em birîna xwe paqij nekin tu kes birîna me paqij nake.”

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û parlamenterên HDPê têkildarî mijara hilbijartinan û yekitiya kurdan çûn serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR). Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Refik Karakoç û rêvebirên xwe şandeya HDPê pêşwazî kir. Piştî xêrhatinê siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî.

'TURK: GER EM BIRİNA XWE PAQİJ NEKIN TU KES PAQIJ NAKE'

Turk wiha got "İro em hemû dibînin ku li Rojhilata Navîn û li Tirkiyê sîyasetek çawa li dijî kurda tê meşandin. Îro ger em birîna xwe paqij nekin tu kes birîna me paqij nake. Berî her tiştî yekitiya gele kurd girîng e. Ev yekitî her diçe wê mezin bibe. Ji bo jiyanekê azad û yekitiya kurd û Kurdistanî em bi hemû hevalên xwe û partiyên xwe re di civin.

Dibe ku îdeolojiya me cuda be lê êdi me ev tişt derbas kirin û ji bo me hemûyan yekîtî pêwîst e. Dirokek li pêşiya me heye û divê em li gorî vê yekitiya xwe mezin bikin. Em siyasetmedarên vî gelî ne û em ê li ser vê siyasetê bi axivin."

'KARAKOÇ: XELASBUNA GEL Û WELAT GIRÊDAYÎ YEKITIYÊ YE'

Piştî Ahmet Turk, Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç axivî û ev tişt gotin "İro em ê hilbijartina pêşwext bi axivin. Yekitiya gelê kurd derd û kulek dirokî ye. İro şûnde jî dîsa ji me re dibe derd û kulek. Li ser navê HAK-PARê em karin bêjin, heger kurd li çar parçeyan yekitiya xwe ava bikin, xelasîya gelê me û welatê me jî girêdayî vê yekitiyê ye.

Dema yekitî ava bu divê sîyasetek rast jî were meşandin û xelasiya gel jî di vir de ye. Îro şûnde mafê rêxistin û partiyên kurda tune ye ku xeletiyekê bikin." Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

 

Bi heman mijarî:

HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
HDP wê namzetê xwe di 5ê Gulanê de ragihîne
HDP: Bazar û hevdîtin bêyî me nabin
CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
Etîketan:
Tifaq, HDP, HAK-PAR, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de