16:59 26 Gulan 2018
Kurd

‘Kurd çima wê dengê xwe bidin Muharem Ince'

© AFP 2018 / Safin Hamed
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 0 0

Sedema ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu Muharrem Ince wek namzedê serokomariyê nîşanda çi bû, gelo Ince di hilbijartina 24ê Hezîranê de wê bikaribe ji kurd û kesên oldar dengan wergire?

Rojnamevan û nivîskarê Cumhuriyetê Kemal Can pêvajoya namzed nîşandana Muharrem Ince û bijarteka hilbijartina 24ê Hezîranê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

Rojnamevan Kemal Can di axaftina xwe de ji bo pirsa ‘navê gelek kesan ji bo namzediyê derbas bû, sedema ku Ince ji aliyê Kiliçdaroglu ve namzed hat nişandan çi bû' got: "Kiliçdaroglu ji bo namzedê hevpar û çend alternativ ceribandin, lê piranî ji ber astengderxistina Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener pêvajo bi ser neket. Hem ji bo namzed nîşandanê û hem jî ji bo pêvajoya diyalog a alternatîv çêkirinê dema pêwist tunebû. Di vê rewşê de tabloyeke ku hemû partî bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinê bike derket holê. "

'LI GOR CHPÊ KESÊ HERÎ MAQUL MUHARREM INCE BÛ'

Nivîskar Kemal Can di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di vê çarçoveyê de CHPê jî namzedekî ku dildar û endamên xwe nexeyîdine û zêde dengan winda neke biryar da. Li gor wan kesê herî maqul û xwediyê van krîteran jî Muharrem Ince bû. Yanî CHPê di pêvajoya namzed nîşandanê de hinekî jî hisabê endamên û dildarên xwe kir. Tabî di vê pêvajoyê de lêkolînên raya giştî jî kirin û li ser namzedekî ku alerjiyekê çêneke û bawerim di lêkolînan de ji bo encamên erênî bi dest xistin Ince namzed nîşandan."

‘DIBE INCE DI TURA DUYEMÎN DE JI ERDOGAN DERBAS BIBE'

Kemal Can di dirêjiya axaftina xwe de pirsa ‘eger Muharrem Ince bimîne tura duyem gelo dê bikaribe ji kurd û kesên oldar dengan wergire' got: "Eger bi rastî ev partiyên heyî dijberên Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê) bin û îhtîmala têkçûn û nehilbijartina wî zelal bibe û di tura yekemîn de ev îhtîmala hejmarî derkeve holê dibe. Dîsa îhtîmaleke mezin wê Muharrem Ince jî di kampanyeya xwe ya hilbijartinê de bi gotinên taybet wê dilê kurd û oldaran neşkîne heta dibe peyamên germ jî bide wan. Eger Ince di kampanyeya xwe de zimanekî erênî bi peş bixe û bikaribe hemû pêkhateyên civakê himêz bike îhtîmale di tura duyemîn de ji Erdogan derbas bike û wek serokomar were hilbijartin."

Can di dawiya axaftina xwe de ji bo hevdîtinên partiyên muxalif got: "Heta niha gelek partiyan di asta bilind de fermî û veşartî hevdîtin pêk anîne. Lê ya rastî ez nizanim di van hevtînan de bi taybetî li ser namzedan axaftin hatin kirin an na. agahiyeke min a şexsî tuneye. Lê wek texmîn bêjim berî hilbijartinê jî û ji bo tura duyemîn îhtîmale di nava hemû partiyan de danûstandin û hevdîtin werin lidarxistin. Ji bo pêvajoyeke wiha ev hevdîtin ji rêzê ne."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

Abdulatif Şener ji bo namzediya serokomariyê ji Sputnikê re axivî
‘Kiliçdaroglu pêşniyara namzediya serokomariyê li Baykal kir'
Dev ji namzediya serokomariyê berda û got: Ne mimkun e...
Ji Kiliçdaroglu bo namzediya Abdullah Gul: Di dema serokomariyê de kesekî bêteref bû
Ji Kiliçdaroglu daxuyaniya namzediya Abdullah Gul
Avakarê AKPê yê berê: Eger peşniyara namzediya serokomariyê were ez ê binirxînim
Etîketan:
Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, Muharrem Ince, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de