04:34 28 Gulan 2018
Partiyên Kuristanî

Buldan: Tifaqa Kurdistanî ji bo pêşeroja kurdan gelek girîng e

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 10

‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê ya ku ji aliyê 5 partî û saziyên kurdî ve hatibû avakirin çû serdana HDPê. Piştî hevdîtinê endamê tifaqê û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik ragihand ku hevdîtin erênî derbas bûye. Hevserokê HDPê Pervin Buldan jî got “Daxwazên şandeyê, daxawzên me û daxwazên gelê kurd e.

‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê ya ku ji aliyê 5 partî û saziyên kurdî ve hatibû avakirin dest bi xebatên xwe kir. Nûnerên tifaqê duh çûbûn serdana Huda-Parê, îro jî serdana HDPê kirin. Endamên ‘Tifaqa Kurdistanî' ya ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek û Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aştî pêk hat bi Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û parlamanterên HDPê re hevdîtinek pêk anîn.

'BULDAN: TIFAQEK WIHA JO BO PÊŞEROJA KURDA GELEK GIRİNG E'

Beriya hevdîtinê Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan axivî û got "Ev hilbijartin ji bo Tirkiyê û kurda pir girîng e. Em bi hilbijartinek ku dê qedera kurda nîşan bide rû bi rû ne. Ji ber wê li Amedê hevdîtinek bi partiyên Kurdistanî pir girîng e. Di pêvajoyeke ku êrişî destkeftiyên gelê kurd tê kirin û kurda derdixin derveyê siyasetê de tifaqek wiha ji bo pêşeroja gelê kurd pir girîng e.

Ev civîn dê ji bo pêşeroja me û nîşana sedsalên pêşiya me de bibe sedemek. Gelê kurd gelek êş kişand û bedelên mezin da. Ev hevdîtin ji îro şûnde ji bo bi dawîkirina van êş û bedelan wê bibe sedemek."

'OZÇELIK: CIVÎN ERÊNÎ DERBAS BÛ'

Selahattin Demirtaş
© AFP 2018 / Ozan Köse
Piştî civinê endamê tifaqê û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik daxuyanî da û got "Ji bo pêşwaziyê em li ser navê Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê spas dikin. Em ji bo hilbijartinê û tifaqek berfireh hatin serdanê. Dema me weke 5 partiyan tifaqa xwe ragihand me prensibên xwe yên tifaqê jî aşkere kiribû. Me gotibû "yên ku van prensiban qebûl bikin em ê bi wan re tifaqê ava bikin." Têkildarî vê mijarê de nameyek ya ku ji van prensiban pêk tê me da birêz Pervin Buldan.

Di vî warî de hevdîtina me erênî ye. Hevalên me wê biryara xwe ya dawîn bi rêveberiya xwe re bidin. Daxwaza me ew e ku ev tifaq berfireh bibe."

'BULDAN: DAXWAZÊN TIFAQÊ DAXWAZÊN ME NE Û TÊ QEBÛLKIRIN'

Piştre Buldan axivî û got "Beriya hilbijartinê tifaqa kurdî bi wate û pir girîng e. Daxwazên ku şandeyê pêşkeşî me kir daxawzên me û daxwazên gelê kurd yên hevpar in. Ji ber ku tê qebûlkirin û daxwazên ku pêşeroja gelê kurd nîşan dide em van daxwazan girîng dibînin. Di demek kin de em ê bersiva xwe bidin. Ji bo ku ev tifaq mezin bibe em ê bixebitin û hevdîtinên xwe bidomînin."

Bi heman mijarî:

Partiyek din di hilbijartinê de bo Demirtaş piştgiriya xwe ragihand
HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide
Demirtaş: Hemû heskerên HDPê dikarin bibin parlementer
Demirtaş: Serkeftinê dixwazim
Etîketan:
Mustafa Ozçelik, Pervin Buldan, Sertaç Bucak, hdp, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de