17:37 23 Gulan 2018
    Ahmet Turk piştî ji girtîgehê derket li Qesra Qenco mêvanên xwe pêşwazî dike

    Turk: Kurd dê dengê xwe nedin kesên wan nexin nav tifaqa xwe

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê Ahmet Turk derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê û lidervehiştina HDPê ya dijberiya tirk de ji Sputnikê re axift û got, "kurd dê bibêjin, ew kesên naxwazin me di nava blokê de bibînin, em ê çima di tûra duyem de piştgiriyê bidin wan."

    Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn, partiyên li Tirkiyeyê yên dijber hewl da ku 'namzetekî hevbeş' derxin lê bi ser neketin. Çar partiyên sereke yên li Tirkiyeyê bêyî ku serî li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bidin tifaqek pêk anî.

    Ev tifaqa ku HDPê nexist nav xwe ji Partiya Komarî ya Gel(CHP), IYI Partiyê, Partiya Saaetetê û ya Partiya Demokratîk(DP) pêk tê.

    Siyasetmarê kurd Ahmet Turk beşdarî bernameyeke radyoya Sputnikê bû û mana HDPê li derveyî vê tifaqê nirxand.

    "HÛN HDP LI DERVE BIHÊLIN HÛN Ê BI SER NEKEVIN"

    Turkî di axiftina xwe de got ku "divê ev rastî were dîtin: Ji bo pêvajoya demokratîk a Tirkiyeyê werar bibe, divê blokeke demokratîk çêbibe û têkoşîna demokrasiyê were kirin. HDPyek heye ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, aştiyê berdeleke mezin daye û têkoşiyaye. Ew kesên niha dibêjin demokrasî, eger HDPê li derve bihêlin dê çawa blokeke demokrasiyê çêkin?" û wiha dewam kir: Ew kesên HDPê bi tenê dihêlin, gava fişar li ser HDPê çêbibin, bibêjin em ê 'demokrasiyê çêkin' dê wenda bikin. Eger niyeta we bi rastî Tirkiyeyeke demokratîk be, niyeta we bi rastî avakirina siberojeke demokratîk be, hûn ê bi ser nekevin, eger hûn HDP li derve bihêlin."

    "KURD DI BIN BENDAVÊ DE BIMÎNIN, HEMÛ KURSÎ DÊ JI AKPÊ RE BIÇIN"

    Siyasetvanê kurd diyar kir, eger HDP di bin bendava hilbijartinê de bimîne, kursiyên parlamenteran ên li rojhilat û başûrê rojhilatê Anatolyayê(herêma kurdan) dê biçin ji AKPê re û wiha got: "Meseleya me, ne meseleya bendavê ye. Gava ku me li Mêrdîn wenda kir, li Amedê wenda kir, CHP dê parlamenteran ji wir derxîne? Na. Ev hemû diyar in, ew jî van dizanin. Meseleya me ne meseleya bendavê ye lê eger hûn ji vê re dibêjin, bloka demokrasiyê, hûn ê nikaribin demokrasiyê bi dervehiştina HDPê pêk bînin."

    "KURD Ê BIHÊRS BIN"

    Li ser ihtimala ku hilbijartina serokkomariyê bimîne tûra duyem, Turkî diyar kir ku hilbijêrên HDPê ji ber lidervehiştina HDPê dê bertekê bidin û wiha got: "Eger hûn HDPê li derve bihêlin, kurd dê bertekê bidin vê, dê bibêjin, 'em ê çima piştgiriyê bidin wan kesan ên ku nexwest, me di nava vê blokê de bibînin. Bihêrs im'.

    Etîketan:
    kurd dê hilbijartinan de dengê xwe bidin kê, kurd, HDP, CHP, IYI Partiyê, Partiya Saaetetê, Partiya Demokratîk, Ahmet Turk, Mêrdîn, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de