20:53 20 Gulan 2018
    Muharrem Ince

    Muharrem Ince: Bi destûra we ez ê bibim serokomar

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (95)
    0 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo namzedê serokomarî yê 24ê Hezîranê diyar bike dest bi axaftina xwe kir.

    "Di 25ê Hezîranê de wê tenê ne li Îzmîrê li hemû çiyayên Tirkiyeyê çîçek vebin. Ez bi însanên vî welatî bawerim, lewma van tiştan dibêjim. Li ser vê axê hem dema Osmanî hem jî dema komarî tim tekoşîna demokrasiyê hatiye dayîn."

    ​"Demokrasiya me derbeyeke giran xwar û bedelên giran da. Gelek însanên me ji ber îfadeyên xwe rastî mueyîdeyên giran hatin. Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê Tirkiye kete pêvajoyeke girîng. Van 15ê Tîrmehê kir firsend û 20ê Tîrmehê derbeyeke sivîl li dar xistin. Tenê CHP li dijî derbeyê derket."

    Kiliçdaroglu piştî axaftina xwe Muharrem Ince vexwende dikê.

    Muharem Ince di axaftina xwe de got: “Ji serokê partiyekê serokomar çênabe û Kiliçdaroglu jî tim ev got û ez jî tevlî vê nêrînê dibim. Di 24ê Hezîranê de bi destûra Xwedê ez ê bibim serokomar. Ne tenê serokomarê CHPyiyan ez ê bibim serokomarê AKPeyî, HDPeyî, MHPyî, kurd, tirk û her kesî.”

    INCE: EZ JI ERDOGAN BI QIDEMTIR IM

    Muharem Ince di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê serokomar ne partiyî be. Ez 3yê Mijdara 2002an de û Erdogan jî di Adara 2003an de bû parlamenter. Ez jê bi qidemtir im. Ev 16 sal in bê navber ez parlamenter im. Baş tê bîra min roja ku Erdogan bû parlamenter hate parlamentoyê nizanîbû şopa tiliya xwe bikar bîne. Çima parlamenterê rojekê dikare bibe serokwezîr, ez 16 sal parlamenter im çima nebim serokomar."

    Ince di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dibêjin kesekî ku nikaribû bibe Serokê CHPê dê çawa bibe Serokomarê Tirkiyeyê. Erdogan jî nebû Serokê Şaredariya Beyogluyê, lê bû serokomar. Abdullah Gul li hemberî Necmedin Erbakan derket bi ser neket, lê bû serokomar. Bi îzna Xwedê û bi destûra we ez ê bibim serokomar."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (95)

    Bi heman mijarî:

    Ince bi biryara hemû parlamenteran ve bû namzedê CHPê
    Muharrem Ince: Em amade ne
    Kesici: Îhtîmaleke mezin Muharrem Ince dibe namzed
    ‘Namzedê CHPê ya İnce yan jî Buyukerşen e'
    Etîketan:
    namzedê CHPê, CHP, Muharrem Ince, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de