04:22 25 Gulan 2018
    Devlet Bahçeli

    5 parlamenterên MHPê ji bo namzediya Erdogan îmze nedan

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji aliyê AKP û MHPê ve wek namzedê hevbeş ê serokomariyê hat nîşandan. 5 parlamenterên MHP ji bo namzediya Erdogan îmze nedan.

    Li gor nûçeya Kemal Elibolê rojnameya Sozcuyê, di civîna grûba parlamento ya MHPê de ji bo namzediya Erdogan dengdan hat kirin. Parlamenterê Stenbolê Atila Kaya, Parlamenterê Enqereyê Şefkat Çetin, Parlamenterê Stenbolê Ekmeleddin Ihsanoglu û wekîlê serokê grûbê Erhan Usta beşdarî dengdanê nebûn.

    Ji bo ku navê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli jî di sernivîsa pêşniyara namzediyê de hebû deng neda û parlamenterekî jî dengê vala bikar anî. Herwiha Kaya û Çetin bêmazeret, Ihsanoglu û Usta jî bi mazeret beşdarî dengdanê nebûn.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bi 316 îmzeyan ve bû namzedê serokomariyê
    Erdogan protokola ‘Tifaqa Cimhûr’ îmze kir
    'Heke AKP serdestiya parlamentoyê bi dest nexe Erdogan dê biçe hilbijartinê'
    Avakarê AKPê: Erdogan xwest Gul bibe namzedê serokomariyê
    ‘Bi sedema zarokên wê dicemîdîn dayika ku xwe bi darvekir tê hişê te Erdogan?'
    Etîketan:
    AKP, MHP, REcep Tayyip Erdogan, Devlet Bahçeli, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de