16:58 26 Gulan 2018
selahattin demirtaş

HDP ji bo serbestberdana Demirtaş serî li YSKê dide

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 30

Hat ragihandin ku HDP ji bo namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş di hilbijartinê de bikaribe di şertên wekhev de kampanya bimeşîne serî li Lijneya Hilijartin a Bilind (YSK) dide.

Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, Selahattin Demirtaş îro bi merasîmekê dê wek namzedê serokomarî yê 24ê Hezîranê were îlankirin. Grûba parlamento ya HDPê sibê ji bo namzediyê serî li YSKê dide.

Herwiha piştî serlêdana YSKê pêvajoya namzedî ya Demirtaş wê bi fermî were destpêkirin. HDP kampanyeya serokomarî û parlamenteriyê dê bi hevre bimeşîne. Kampanyaya Demirtaş a namzediyê piranî wê bi peyamên wî bi navbeynkariya parêzeran were meşandin.

Di vê navberê de HDP ji bo kampanyeya hilbijartinê bi awayekî wekhevî were meşandin wê ji YSKê daxwaza serbestberdana Demirtaş bike. Tê gotin Demirtaş di kampanyeya hilbijartinê de wê uslûbekî ku xîtabî hemû partiyan bike bikar bîne.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Hemû heskerên HDPê dikarin bibin parlementer
Demirtaş: Serkeftinê dixwazim
Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
Partiyeke din piştgiriya xwe bo Demirtaş ragihand
Etîketan:
Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, HDP, Selahattin Demirtaş, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de