17:05 24 Gulan 2018
    Sertaç Bucak - Emin Kardaş - Mustafa Ozçelik - Mesut Tek - ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê’

    ‘Bloka Kurdistanî’ ya hilbijartinê li Amedê bi HDPê re dicive

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Amedê 5 partî û saziyên kurdî yên ji bo hilbijartina 24ê Heziranê ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanî' ava kiribûn serdana HDPê dikin.

    Hat ragihandin ku nûner û serokên partî û bizavên kurdî yên; Tevgera Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Platforma Demokratên Kurd (PDK), Partiya Demokrata Kurdistanê — Tirkiye (PDK-T) û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) li Amedê ji bo gotûbêjkirina tifaqa hilbijartinên 24ê Hezîranê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê serdana HDPê dikin.

    BI HEVSEROK Û PARLAMENTARÊN HDPÊ RE DICIVIN

    Hat zanîn ku dê di hevdîtina ‘Bloka Kurdistanî' û HDPê de, Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, Ahmet Turk û parlamentarên HDPê yên Amedê beşdariyê bikin.

    Hat ragihandin ku hevdîtin 4ê Gulanê li saet 11.00an li avahiya HDPê ya Amedê pêk tê.

    Serokên partiyên ‘Bloka Kurdistanî' 2yê Gulanê jî serdana Partiya Doza Azad (Huda-Par) li Amedê kiribûn û bi Serokê Giştî yê partiyê Zekeriya Yapicioglu re civiyabûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Du komên çekdar li ser mal û milkê Efrîniyan bi hev ketin: 4 kuştî’
    HAK-PAR: Em dê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin
    Li Efrînê leşkerekî tirk di teqînê de can da, yek jî birîndar bû
    YSK: Ji serlêdanên 7 namzedên serokomariyê 4 hatin qebûlkirin
    Pûtîn û Înfantîno pasaportên xwe yên alîgiriyê yên Kûpaya Cîhanê wergirtin
    Scaramucci: Bila kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dike
    Etîketan:
    Partiyên Kurdî, Bloka Kurdistanî, HDP, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de