17:39 23 Gulan 2018
    Referandûm-hilbijartin-dengdan-deng

    HAK-PAR: Em dê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)
    0 01

    Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên 24ê Hezîranê bibin.

    Meclisa Partiya HAK-PARê di wê daxuyaniya xwe de dibêje ku wan di 28 û 29ê Nîsanê de civîn pêk anîne û hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an ên Tirkiyê gotûbêj kirin.

    ‘EM DÊ BI NAMZEDÊN SERBIXWE BEŞDARÎ HILBIJARTINAN BIBIN'

    HAK-PARê piştî civînan bi daxuyaniyekê rexne li rewşa Awarta (OHAL) digire û amajê pê dike ku mafê beşdarbûna wan bo hilbijartinan hatiye astengkirin û lê zêde kir ku "eger ji bo parlementeriyê rewşa me ya aborî derfet bide, partiya me dê li hemû deverên hilbijartinê, bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibe, herwiha eger di hilbijartinên parlementeriyê de namzedên welatperwer û demokrat hebin, dê piştgiriyê bide wan".

    HAK-PAR di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku "HAK-PAR di Hezîrana 2015an û di Mijdara 2015an de beşdarî hilbijartinan bûye, lê di vê hilbijartinan de beşdarbûna HAK-PARê weke partiyekê, bi awayekî nehiqûqî hatiye astengkirin."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)

    Bi heman mijarî:

    Navê Serokê HAKPARê Fehmî Demir hê jî di pûsileyan de ye
    PSK û HAK-PAR ji bo referandûmê çavderan dişînin
    HAK-PAR ji bo serxweşiyê çû serdana HDPê
    Serokê HAK-PARê ji ber nîqaşên tevlîbuna wî ya Newrozê îstîfa kir
    HDPê û HAK-PARê ji bo salvegera Helebceyê daxuyanî belav kir
    Serokê HAK-PARê: Tifaqeke ku ne di berjewendiya kurdan de be em qebûl nakin
    Etîketan:
    Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartin, HAK-PAR, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de