05:26 22 Gulan 2018
    YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê

    YSK: Ji serlêdanên 7 namzedên serokomariyê 4 hatin qebûlkirin

    © Foto : Malpera Fermî ya YSKê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) serlêdanên namzedên serokomariya Tirkiyeyê ku dê 100 hezar îmze berhev bikin nirxand.

    Li gor nûçeya TRT Haberê Serokê YSKê Sadî Guven ragihand ku ji 7 serlêdanan yên 4 namzedên serokomarîyê ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê hatine qebûlkirin.

    Li gor daxuyaniya Sadî Guven, dê serlêdanên berhevkirina 100 hezar îmzeyan ji bo namzediyê yên Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek, Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Vecdet Oz hatiye qebûlkirin.

    Serokê YSKê diyar kir ku serlêdanên 3 bernamzedên din jî ji ber kêmbûna belgeyan nehatine qebûlkirin.

    Hêjayî gotinê ye, partiyên ku komên wan di parlamentoyê de hene bêyî şertê 100 hezar îmzeyan bi êrêkirina koma xwe ya parlamenê namzedên xwe yên serokomariyê destnîşan dikin.

    Tê çaverêkirin Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Namzedê CHPê yê hîn nehatiye ragihandin û Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî li ser navê partiyên xwe serlêdana namzediya serokomariyê li YSKê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Înfantîno pasaportên xwe yên alîgiriyê yên Kûpaya Cîhanê wergirtin
    NIyê jeta rûsî ya ku tirsa xewnên NATOyê vegot
    Scaramucci: Bila kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dike
    Ji bo şopandina Şampiyoniya Cîhanê zêdetirî 2 hezar rojnamevanî akredîte bûn
    Keştiyên NATOyê çima derbasî Deryaya Reş bûn?
    Kremlînê bersiv da SIPRIya ku digot lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê kêm bûne
    Li Îranê masî ji ezmanan bariyan
    Pûtîn di derbarê Kûpaya Cîhanê de axivî
    Etîketan:
    Namzed, Serokomarî, YSK, Hilbijartin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de