11:12 24 Gulan 2018
    Temel Karamollaoglu

    Karamollaoglu: Meseleya HDPê, meseleyeke pratîk e û em ê raporta pirsa kurdî eşkere bikin

    © Sputnik / Saadet Partisi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)
    0 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollarogluyî diyar kir ku partiya wan raportek ji bo çareseriya pirsa kurdî amade kiriye û destnîşan kir ku dê li Amedê wê raportê eşkere bikin. Karamollarogluyî li ser sedema bê çima HDPê tev li tifaqê nehatiye kirin jî got, "ev meseleyeke pratîk e".

    Karamollaogluyî li ser televizyona tirkî ya Tv5ê bersiva pirsyarên rojnamevanan da û li ser "tifaqa navbera partiya wî, CHP, IYI Partiyê û Partiya Demokrat a Tirkiyeyê' axift. Serokê Saadetê got,ku ev tifaq dê di nava du rojan de çêbibe û destnîşan kir ku sedema sereke ya tifaqê, bendava hilbijartinê ye û wiha dewam kir: "Wek tifaq tê binavkirin lê ew bixwe hevkarî ye."

    Li ser pirsyarekê, eger hilbijartina serokkomariyê bimînin bo gera duyem dê tifaq çi bike, Karamollaogluyî diyar kir ku hîn ev mijar nehatiye gotûbêjkirin.

    "MESELEYA HDPÊ, 'MESELEYEKE PRATÎK E'"

    Serokê Saadetê li ser pirsyara bê çima HDPê tev li tifaqê nehatiye kirin jî axift, got "ev meseleyeke pratîk e" û wiha dewam kir: ""Di siyasetê de her dem du zêdek du nabe bi çar, carinan dibe pênc carinan dibe bi sê. Hûn vê bi pîvana raya giştî dibînin. Eger li xaleke ku hûn gelekî bi zelal û berbiçav dibînin, nirxandin û serrrastkirin hebe, gotina, 'ez ji bo edaletê li vir im' serkeftinê ji we re nayêne. Ev tenê bijartinek e, ne cala cîbicîkirinê ye. Hûn serî li tercîha xelkê dixin, pêşhikmên xelkê hene, qenaetên wan ên rûniştî hene. Hûn nikarin bi hêsanî wan qenaetan bi hêsanî biguherînin. Tiştê herî zêde li wir pê bawer im, têgihiştina siyasî û mirovan e û li gel hebûna tenkîtan li gelek deveran jî ez wiha bawer dikim ku li gel van jî dê hesasiyet heye. Gava hûn helwestekê nîşan bidin û wê helwestê bi zelalî û rastbêjî nîşan didin, eger ji fikira we fêm bike, wê çaxê dikarin bibêjin 'em nikarin tiştekî bikin."

    "NIHA HILBIJARTIN HAT, ÊDÎ DEMA RAGIHANDINA RAPORTÊ YE"

    Li ser pirsa kurdî jî Karamollaogluyî got ku vê mijarê ji gelek aliyên cuda dinirxînin û 3-4 xebat ji bo vê çêkirine û wiha dewam kir: Me li Amedê kir, me raportên xwe stewandin, ya rast, me raporta xwe stewand. Gava em gihiştine xala dawî, hinek tevlihevî derketin û me jî got, gava em ragihînin bila em hinekî dereng bixin. Heta niha me ew ranegihandiye. Lê niha ku em diçin hilbijartinê, êdî dem hatiye ku em ragihînin. Înşela em ê raporta xwe bi raya giştî re parve bikin."

    Karamollaogluyî diyar kir ku dê raporta xwe li Amedê ragihînin.

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)

    Bi heman mijarî:

    Endamê Meclisa Partiyê ya HDPê Bariş Karabayik hat girtin
    Endamtiyên HDPê yên Parlementoyê derbasî MHPê dibin
    Ji sê endamên HDPê yek hatiye desteserkirin, 3 hezar kes jî hatine girtin
    Parlamentarê HDPê yê li meclîsê lêdan xwaribû 45 rojan rapor stand
    CHPê serdana HDPê kir: Fikarên me hevpar in
    Dicle li ser îdiayên ku çepgir di HDPê de xurt bibin kurd tên girtin axivî
    Etîketan:
    IYI Partî, Partiya Saadetê, CHP, HDP, Temel Karamollaoglu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de