07:56 25 Gulan 2018
    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya

    ‘Hejmara rojnamegerên girtî derket 190î’

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya rapora meha Avrêlê ya binpêkirina mafan aşkere kir û ragihand ku hêjmara rojnamegerên girtî derketiye 190î.

    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya bi minasebeta 3ê Gulanê Roja Çapemeniya Cîhanê rapora meha Avrêlê ya binpêkirina mafan aşkere kir. Rojnameger Elif Alkan raporê kurdî xwend û wiha got " Îro 3yê Gulanê ango Roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanê ye.

    Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 1993yan de hatiye qebûlkirin. Di rojên wisa taybet de divê pîrozbahî pêk bên û qala afirandina derfetên azadiya çapameniyê bên kirin. Mixabin di waletê ku em lê dijîn de tu wate û giraniya rojên wisa nîn e."

    ‘HEJMARA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ DERKET 190î'

    Alkan wiha berdewam kir "Lê em rojnamegerên li Tirkiyê dijîn di rojên wisa de jî qala êş û azarên rojnamegeriyê, qala êrîşan, qala binçavkirin û girtina rojnamegeran, qala desteserkirina nirx û rûmeta çapameniyê dikin. Desthilatdariya AKPê bi dijîtiya çapameniyê tê nasîn.

    Ev ne tenê di raporên me de, di raporên sazî û dezgeyên rojnameger ên navneteweyî de jî wisan e. Tirkiye di nava koma welatên cîhanê de ji bo rojnamegeran herî xeter de cih digire. Di sala 2002an de dema hikûmeta niha hat ser text Tirkiye, di rêza 99an de bûn.

    Di raporên Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) de jî tirenda binpêkirinan bilind dibe. Ev bi ferqa di navbera rapora meha ku niha em aşkera dikin û ya meha borî de jî xwe nîşan dide. Di rapora meha din de hêjmara rojnamegerên girtî 170 bûn. Di vê raporê de hêjmar derketiye 190î."

    Rapora vê mehê ya Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) wiha ye:

    • 190 rojnameger girtîne
    • 17 rojnameger hatin binçavkirin
    • 33 rojnameger hatin girtin.
    • Li 2 rojnamegerî doz hat vekirin.
    • 50 rojnamger hatin darizandin.
    • Li 29 rojnamegeran bi giştî 144 sal, 2 meh û 29 roj cezayê girtîgehê, 3 hezar TL cezayê pere hat birîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê di 4 salan de 26 rojnamevan hatin kuştin
    Serokwezîr ji ber kuştina rojnamevan îstîfa kir
    Li Tirkiyeyê 2 rojnamevan hatin azadkirin
    Li Enqerê gelek rojnamevan û rêveberên HDPê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Însiyatîfa Rojnamegerên Azad, rojnamevan, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de