14:18 23 Gulan 2018
    ak partî

    Lîsteya berendamen AKPê yên Amedê aşkere bû

    © Foto : Ak Parti Merkez
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 03

    Serdana ji bo bernendamtiya AKPê duh bi dawî bu. Li gorî agahiyan bi tevahî 7 hezar û 329 kesan serî lê daye. Li Amedê jî parlamanterên niha û yên berê jî di nav de bi tevahî 218 kesan ji bo berendamtiyê serî li AKPê da ne.

    Li Tirkiyê ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê serdana berendaman berdewam dike. Serdana berendamên AKPê duh bi dawî bu. Navenda Giştî ya AKPê ragihand ku ji bo hilbijartinê li 81 bajaran bi tevahî 7 hezar û 329 kesan ji bo berendamtiyê serî li wan dane. Ji van 5 hezar û 997 kes mêr, Hezar û 332 kes jî jin in. Di hilbijartina 1ê Mijdarê de 3 Hezar û 702 kesan ji bo berendamtiyê serî lê dabû.

    Her wiha di vê hilbijartinê de hejmara serdanê zêde bûye. Li gorî heman agahiyan 293 parlamanterên niha jî serî dane û 23 parlamenteran serî ne daye.

    LI AMEDÊ 218 KESAN JO BERNAMZETIYÊ SERÎ LI AKPÊ DA

    Li Amedê jî serdana ji bo berendamtiyê duh bi dawî bû. Li gorî agahiyan bi tevahî 218 kesan ji bo berendamtiyê serî li AKPê dane. Di nava kesên ku serî dane de parlamenterên berê û yên aniha jî hene. Hinek berendamên AKPê yên Amedê ev in: Galip Ensarioglu, Ebubekir Bal, parlamanterên berê Cuma İçten, Abdurrahman Kurt, Oya Eronat, Mine Lok Beyaz, Osman Aslan, İrfan Yazicioglu, Serokê AFADê yê berê Halis Bilen û nivîskar Bayram Zilan.

    Lîsteya tevahiya berendaman jî bi vî awayê ye

    Lîsteya berendamên akpê yên bajarê Amedê
    © Foto :
    Lîsteya berendamên akpê yên bajarê Amedê

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Heke AKP serdestiya parlamentoyê bi dest nexe Erdogan dê biçe hilbijartinê'
    ‘40 şaristaniyan xirab nekir lê aniha AKP xirab dike'
    AKP û MHPê pêşnûmaya hilbijartina pêşwext pêşkêşî parlamentoyê kir
    Etîketan:
    berendam, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de