05:32 22 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Medyaya erebî ji bo Demirtaşî: Obamayê kurd ji zindana xwe qayîşê bi Erdoganî re dikişîne

    © AFP 2018 / Ozan Köse
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Medyaya erebî bi awayekî berfireh behsa namzetbûna Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş bo Serokkomariya Tirkiyeyê kir ku hinekan ji wan, Demirtaş wek "Obama" bi nav kir.

    Li gel ku bi awayekî fermî hîn nehatiye ragihandin ku Demirtaş dê bibe namzetê serokkomariyê jî lê belê Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji Sputnik Kurdistanê re diyar kiribû ku namzedê serokomariyê ya partiya wan di hilbijartina 24ê Hezîranê de Selahattin Demirtaş e.
    Medyaya erebî bi awayekî berfireh behsa namzetbûna Demirtsaşî kir ku yên herî zêde derketine pêş wiha ne:

    "SEROKÊ KURD Ê GIRTÎ DÊ BIBE NAMZET"

    Russia Today(RT) ya erebî di nûçeya xwe ya bi ser navê "Serokê kurd ê girtî biniyet e ku bibe namzetê Serokkomariya Tirkiyeyê" û wiha dewam kir: "Serokê berê yê HDPya tirkî-kurdî ya dijber, Selahattin Demirtaşê zindankirî dê bibe namzetê hilbijartina serokatiyê ya bê ku di di heman demê de çar partiyên dijber li dijî Erdogan rêkeftine."

    "LI GEL DOZ Û GIRTINÊ, DEMIRTAŞ DIBE NAMZET"

    Yekem malpera erebî ya navenda wê li Londonê, Îlafê bi ser navê "Selahattin Demirtaş dê bibe namzetê serokkomariyê" û wiha got: "Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Tirkiyeyê ya piştgiriya kurdan dike roka çarşemê ragihand ku serokê wê yê berê Selahattin Demirtaş dê xwe di hilbijartinê bê de bike namzet li gel niha girtî ye û di çend dozan de tê darizandin."

    "​GIRTIYÊ ERDOGANÎ, DIBE REQÎBÊ WÎ"

    Malpera El Eynê ya jî bi ser navekî balkêş behsa namzetbûna Demirtaşî kir û got, "Selahattin Demirtaş…girtiyê Erdoganî dibe reqîbê wî" û wiha dewam kir: "Neyarê Erdoganî yên birijd…medyaya navdewletî û herêmî bi vî awayî behsa Serokê HDPê Demirtaşî dike ku piştevaniya kurdan dike."

    "ERDOGANÎ NEKARÎ DEMIRTAŞÎ BI ZINDANÊ JÎ BIŞKÎNE"

    Di berdewamiya nûçeyê de wiha tê gotin: "Erdogan nekarî bi zindanê Demirtaşî bişkîne. Ji ber di wan salên girtinê de karî gelek peyaman bişîne û çîrok, roman û gotaran binivîse û herwiha gelek hevdîtin pêk anîn û fikir û helwestên xwe yên siyasî derbirîn ku bi wî awayî îsbat kir ku li ser qada siyasî reqîbekî xurt e."

    Herwiha malperê înfografîkeke berfireh derbarê Demirtaşî de çêkir ku têde got, "serweriya Erdoganî li ser parlamentoyê şkand û 80 kursî bi dest xistin."

    ​Malpera Al Hurrayê bi vî sernavî behsa namzetbûna Demirtaşî kir: "Demirtaşê 'girtî' dibe namzetê hilbijartinên serokkomariyê".

    "DEMIRTAŞ JI ZINDANA XWE QAYÎŞÊ BI ERDOGANÎ RE DIKIŞÎNE"

    ​Malpera Acilê di nûçeya xwe ya bi sernavê "Demirtaş ji zindana xwe qayîşê bi Erdoganî re dikişîne" û got: "Alîgirên Demirtaşî wî wek 'Obamayê Kurdî' bi nav dikin ku bi wî awayî serpêhatiya Serokê Amerîkayê yê berê Barack obamayî bi bîr tînin ji ber şarezabûna wî ya xîtabetê û kesayeta wî ya karîzmatîk".

    "PIŞTÎ JINA HESINÎ, KURDEK JÎ DIBE REQÎBÊ ERDOGANÎ"

    ​Malper Sebeqê ya Erebistana Siûdî, Demirtaş û seroka IYI Partiya tirkî ya rastgir, Meral Akşener anîn ba hev û got," Piştî jina hesinî, kurdek dibe reqîbê Erdoganî li ser serokatiyê".

    "OBAMAYÊ KURDÎ DIBE REQÎBÊ ERDOGANÎ"

    ​Malpera el Serîhê jî Demirtaş wek Obama bi nav kir û got: "Obamaya kurdî dibe reqîbê Erdoganî."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş li ser îdayên ku ‘ji Ocalan talîmat stendiye' daxuyaniyek da
    Wezîrê berê bersiv da nameya Ocalan a bo Demirtaş
    Xweparastina Demirtaş ya 3 rojan dibe pirtûk
    Demirtaş: Darizandin ne li gorî destûrê ye
    Yilmaz: Ji bo serdana Demirtaş gellek pêşniyaz li min hatin kirin
    Etîketan:
    Meral Akşener, Ayhan Bilgen, Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de