04:32 28 Gulan 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Abdulatif Şener ji bo namzediya serokomariyê ji Sputnikê re axivî

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 10

Nivîskar û nûnerê rojnameya Hurriyetê yê Enqereyê Deniz Zeyrek navê namzedên muhtemel ên CHPê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re eşkere kirin.

Nivîskar Deniz Zeyrek ji bo pirsa ‘di nava namzedan de yên herî zêde derdikevin pêş kî ne, li gor we dê kî bibe namzedê CHPê' got: "Navê ku min duhî gotin ên kum in bihîstibûn. Ne ez, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu biryara namzedan dide. Dikarim vê bêjim, duhî çend kesên ku bi Kiliçdaroglu re bûn berî weşanê li min geriyan û gotin navê Abdullatif Şener derketiye pêş, lê 4-5 rojên dawî ez tim navê Muharrem Ince dibihîzim û hetanî duhî jî navê Ince li pêş bû."

ENDAM Û RÊVEBIRÊN CHPÊ DIXWAZIN INCE NAMZED WERE NÎŞANDAN

Rojnamevan Deniz Zeyrek di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez nikarin ti texmînekê bikim, lê tiştê dizanim di meseleya namzediya Muharrem Ince de serê Kiliçdaroglu tevlîhev e. Me slogana CHPê ku di hilbijartinê de bikar bîne ya bi navê ‘Wê Tirkiyeya Min Qezenç Bike' (Türkiyem Kazanacak) parve kir û piştî parvekirinê hinekan jî şîroveya ku ev slogan Abdullatif Şener tîne hişê mirov. Zahmet mirov bikaribe texmînekê bike, çimkî deqîqeya dawî jî kesek here cem Kiliçdaroglu dibe biryara wî biguherîne. Di nava endam û rêvebirên partiyê de navê ku herî zêde tê axaftin Muharrem İnce ye, lê Kiliçdaroglu dê wî namzed nîşan bide an na ya rastî ez zahf ne bawerim."

KILIÇDAROGLU HISABÊ TURA DUYEMÎN DIKE

Deniz Zeyrek di dirêjiya axaftina xwe de got: Serokê CHPê Kiliçdaroglu hisabê tura duyemîn jî dike û metirsiyeke wî heye ku Muharrem Ince di tura duyemîn de dengan wernegire. Wek min got ji herdu navan dibe kesek be. Belkî jî ji ber guvaşên endam û rêvebirên partiyê Ince namzed nîşan bide. Em li benda seetên êvarî biseknin bawerim dê baştir be. Ji bo ku seetên êvarî dê namzed zelal bibe."

KESÊN NAVÊN WAN JI BO NAMZEDIYÊ DERBAS DIBE JÎ NE XWEDÎ AGAHÎ NE'

Ajansa Spûtnîk Kurdistanê li ser îdîaya nûçeya ku ‘şêwirmendên Serokê CHPê bi Abdullatif Şener re hevdîtinek pêk anîn' xwe gihande Abdullatif Şener û derbarê namzediyê de nêrînên wî wergirtin. Şener di axaftina xwe de ji bo pirsa ‘navê we jî ji bo namzediya serokomariyê derbas dibe û tê gotin ku CHP dê we wek namzed nîşan bide, hûn ji bo vê çi dibêjin?' got: "Ez nizanim, nizanim wê kî namzed were nîşandan. Wek hûn jî dizanin sibê bi merasîmekê namzed tê nîşandan û ji bo merasîma danasîna sibê îhtîmale îro namzed were agahdarkirin. Ez bawer nakim vê seetê kesên ku navên wî ji bo namzediyê derbas dibe xwedî agahiyekê be."

‘KESÎ JI BO MERASÎMA DANASÎNÊ MIN AGAHDAR NEKIRIYE'

Abdullatif Şener di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha kesî ji bo merasîma sibê ti agahî nedaye min û bawer nakim di vê meseleye de ti kes xwedî zanîn be. Ez karim bêjim di nava CHPê de haya kesên herî nêzîkî Kiliçdaroglu jî jê tuneye. Di civîna îro de wê rewş were nirxandin û ji bo merasîma sibê ya namzed nîşandanê amadehî werin destpêkirin û wek perçeyekî amadehiyan dibe namzed agahdar bikin. Hûn jî û ez jî em ê li bende bin."

ŞENER JI BO HEVDÎTINA BI ŞÊWIRMENDÊN SEROKÊ CHPÊ RE ÇI GOT?

Şener di dirêjiya axaftina xwe de ji bo îdîaya ‘çend şêwirmendên Serokê CHPê bi we re hevdîtin kirine raste gelo? got: "Na ti kes nehatiye. Di van rojên dawî de ji bo axaftina namzediyê ti kes nehatiye û min bi kesî re tiştek xebernedaye."

Bi heman mijarî:

Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
CHP: Namzedê me yê serokomariyê roja sêşemê wê diyar bibe
CHP: Havênê mirovatiyê di dilê wan ên ku dibêjin ‘baş e ku teqe li Esad kirin’ tune ye
CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin
Etîketan:
Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, CHP, Deniz Zeyrek, Abdullatif Şener, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de