21:00 22 Gulan 2018
    Mamoste Ayşe

    Mamosteya Ayşe dê pitika xwe rojê 45 deqîqeyan bibîne

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Di sala 2015an de dema operasyonên dewleta Tirkiyeyê li ser bajarên başûrê rojhilat berdewam dikir de beşdarî bernameya Beyaz Showê bibû û ji rayedaran xwestibû ku ‘bila operasyon bi dawî bibin û zarok nemrin.' Mamosteya Ayşe piştî ku ceza lê hat birrîn û ket girtîgehê, ji ber şert û mercên koxişê pitika xwe radestî malbata xwe kir.

    Li gor nûçeya Haberturkê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, Mamosteya Ayşe dema bi telefonê beşdarî bernameya Beyaz Showê bibû bilêv kiribû ku ji ber operasonên li bajarên herema başûrê rojhilat ‘Bila zarok nemrin' salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn û hefteya par bi pitika xwe Deran ve xwe teslîmî Girtîgeha Tîpa Eyê ya Amedê kiribû.

    Hat hînbûn ku Ayşe Çelik di koxişa 31 kesan de dimîne û ji ber şert û mercên girtîgehê pitika xwe Deran teslîmî malbata xwe kiriye. Herwiha di serîlêdana dozgeriyê de Mamoste Ayşe rojê carekê, 45 deqîqeyan dê bikaribe pitika xwe Deran bibine.

    Bi heman mijarî:

    Mamoste Ayşe bi pitika xwe Deran ya 6 mehî ve ket girtîgehê
    Mamoste Ayşe Çelik dê bi zaroka xwe ya du mehî re têkeve zindanê
    Mamoste Ayşe ya ku got ‘bila zarok nemirin' tê darizandin
    Baroya Dîlokê: ‘Mamoste Ayşe ne bi tenê ye, em jî hevparê sûcê wê ne’
    Etîketan:
    ceza, girtîgeh, mamoste ayşe, deran, pitik, Haberturk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de