04:33 28 Gulan 2018
Abdullatif Şener

‘Kiliçdaroglu şêwirmendên xwe şandin cem Abdullatif Şener'

Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya CHPê namzedê xwe yê serokomariyê bi veşartî dimeşîne û sibê di civîneke çapemenî de tê eşkerekirin. Hat ragihandin ku Kiliçdaroglu şêwirmendên xwe şandin cem Şener.

Li gor nûçeya Rifat Başaranê rojnameya Hurriyetê, CHP ji bo namzediya parlamenteriyê wê pêşniyarê li kesên çepgir ku hatine naskirin bike.Tê gotin di nava van kesan de yên wek Prof. Dr. Îbrahîm Kapoglu, Murat Sevinç, Ahmet Şik, Levent Uzumcu, Meltem Cumbul û hinek mexdûrêb doza Balyoz û Ergenekonê jî hene.

Ji bo namzediya serokomariyê li kulîsên CHPê navê Şaredarê Bajarê Mezin ê Eskişehirê Yilmaz Buyukerşen, Parlamenterê Stenbolê yê CHP Ilhan Kesici, Parlamenterê CHPê yê Yalovayê Muharrem Ince û avakarê AKPê yê berê Abdullatif Şener tê axaftin.

Li gor agahiyan Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi navbeynkariya şêwirmendê xwe bi kesên ku navê wan ji bo namzediya serokomariyê derbas dibe re pêwendî danî. Di vê çarçoveyê de şêwirmendê Kiliçdaroglu bi Abdullatif Şener re jî pêwendî danîn.

Bi heman mijarî:

‘Kiliçdaroglu pêşniyara namzediya serokomariyê li Baykal kir'
Kiliçdaroglu: Hemû aliyên ‘NA'yê divê di tifaqê de cih bigrin
Erdogan bo Kiliçdaroglu: Tu piştgirê derbekeran e
Kiliçdaroglu navê namzedê CHPê ji Akşener re got
Kiliçdaroglu û Karamollaoglu hevdîtinek li dar xistin
Etîketan:
Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, CHP, Abdullatif Şener, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de