01:36 26 Gulan 2018
Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê

Tehran: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne

© AP Photo / Lefteris Pitarakis
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Serokê Lijneya Parastina Niştimanî ya Parlementoya Îranê Elaedîn Birucêrdî li Sûriyê ye ragihand ku Tirkiyê destdirêjiya axa Sûriyeyê dike.

Elaedîn Birucêrdî li Şamê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Tehran mafê xwe yê ji bo bersivdana her êrişeke "rejîma siyonîst" a li hember hebûna xwe ya li Sûriyê diparêze. Birucêrdî diyar kir ku ew ê di dem û cihekî guncaw de bersiveke pêwîst bidin Îsraîlê. Binpêkirinên dubare yên Trump ên li hember rêkeftina atomî, nebaweriya vî welatî li ser asta navdewletî derdixe holê."

Birucêrdî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wan sê welatan ji bo neîstiqrarkirina herêmê destdirêjî kirine ser Sûriueyê daku piştîneyeke ewlehiyê ji bo rejîma siyonîst Îsraîlê çêbikin."

Serokê lijneya îranî Birucêrdî êrişên Tirkiyeyê yên ser Efrîn û Rojava ku ew weke bakurê Sûriyê bilêv dikin weke destdirêjiya ser axa Sûriyeyê bi nav kir û got: "Her şêwe hebûnek li Sûriyeyê, bêyî hevahengiya li gel hikûmeta Beşar Esed, li gor yasayên navdewletî, bi her hincetek destdirêjiya ser axa Sûriyê ye û divê leşkerên Tirkiyê demildest axa wî welatî terk bikin."

 

 

Bi heman mijarî:

Hevseroka Efrînê: Hîn kesî bersiva me nedaye
'Komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li Efrînê medyakarekî kurd bi zorê digire'
Hevseroka MSDê: Aliyên navdewletî ji bo Efrînê soz dane
ENKS: Bila hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ji Efrînê derkevin
'70 malbatên ereb ên din li Efrînê hatin bicihkirin'
Etîketan:
Serokê Lijneya Parastina Parlamentoya Îranê, Elaedîn Birucerdî, Tirkiye, Sûriye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de