18:07 21 Gulan 2018
    AK Partî

    Îbrahîm Tatlises: Min dil daye AKPê, hewce bike serê xwe jî didim

    © REUTERS / OSMAN ORSAL
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Stranbêj Îbrahîm Tatlises ku dema ketina Efrînê ya artêşa Tirkiyeyê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serdana sînor kiribû û bi gotina stranekê piştgirî dabû wê operasyonê, bûye berbijarê parlamentariyê ji AK Partiyê.

    Tatlises ku li bajarê Îzmîrê bûye bernamzedê parlamentariyê serdana rêxistinên AKPê yên bajêr kir.

    Tatlises li Rêxistina AKPê ya Narlidereya Îzmîrê li ser pirsa ‘Te çi yê xwe daye AK Partiyê?' got, "Min dilê xwe daye AK Partiyê. Hewce bike ez ê serê xwe jî bidim."

    Tatlises herwiha da zanîn, "Her tiştê min heye. Balafira min a taybet jî heye. Piştî vê saetê çavê min ne li mal û pere ye; pêdiviya min bi hezkirina milet heye."

    Bi heman mijarî:

    Parêzerê Trump çû û kesê bikeve şûna wî jî diyar bû
    Çavdêrên siyasî û gel hilbijartinên li parêzgeha Duhokê nirxandin
    Barzanî: Li ser deriyên sînor û gumrikê rêkeftin çêbû
    Mesûd Barzanî bi balyozê Îranê yê li Iraqê re civiya
    ‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
    Li Amerîkayê balafireke leşkerî ket
    Etîketan:
    İbrahim Tatlises, Tirkiye, AK Partî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de