20:57 22 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    'Heke AKP serdestiya parlamentoyê bi dest nexe Erdogan dê biçe hilbijartinê'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)
    0 0 0

    Nivîskarê Yeni Akitê ku nêzî hikumeta Tirkiyê ye Ali Karahasanoglu, daxuyand ku heke di hilbijartina 24ê Pûşberê de AKP di parlamentoyê de piraniya parlamenteran bidest nexe, serokomar Recep Tayyip Erdogan dê cardin biryara hilbijartina pêşwext bide.

    Nivîskarê Yeni Akitê ku nêzî hikumeta Tirkiyê ye Ali Karahasanoglu, di nivîsa xwe ya îro de di îhtîmala serdestiya mûxalefetê ya hilbijartina parlamentoyê de got ku heke mûxalefet piraniya paralamenteran (ser 300î re) ji AKPê bistîne, Erdogan dê cardin biryara hilbijartina pêşwext bide. Erdogan bi destê xwe nikare dawiya xwe bîne. CHP dê biryara şerpê bide dê Erdogan bipejirîne, ev ne pêkan e û helbet dê cardin biryara hilbijartina pêşwext bistîne.

    Karahasanoglu ji bo tifaqa piştî hilbijartinê ya bi pêşengiya CHPê re jî got 'xwedê neke'.

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)

    Bi heman mijarî:

    Avakarê AKPê: Erdogan xwest Gul bibe namzedê serokomariyê
    ‘Bi sedema zarokên wê dicemîdîn dayika ku xwe bi darvekir tê hişê te Erdogan?'
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Tu piştgirê derbekeran e
    Etîketan:
    deng, mûxalefet, chp, hilbijartin, Ali Karahasanoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de