14:16 23 Gulan 2018
    HDPê ji sê bajaran bi awayekî zindî starta kampanyayê da - Filiz  Kerestecioglu

    Kerestecioglu: Bila Hayrunisa Gul bibe namzed

    © Sputnik / Emine Çelebi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwekîla Koma HDPê Kerestecioglu anî ziman ku li pêş namzedbûna Selahattin Demirtaş a ji bo serokomariyê ti astengî tune ye. Kerestecioglu herwisa got, "Gul belkî di sala 2048a bibe namzed. An jî bila Hayrunisa Gul bibe namzed."

    Serokwekîla Koma HDPê Filiz Kerestecioglu li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û parast ku Abdullah Gul ji ber serdana Serfermandarê Tirkiyeyê Hulusi Akar dev ji namzedbûnê berdaye.

    Kerestecioglu got, "Ger Gul bigota, ‘erê ez dê nebûma namzed lê pitşî vê serdanê ez namzed im', wê bibûya siyasetmedarekî derketî ser tankê. Dibe di sala 2048a de bibe namzed. An jî ger kesek dê ji malbata Gul bibe namzed, dibe Hayrunisa Gul bibe namzed."Kerestecioglu diyar kir ku hilbijartinên roja 24ê Hezîranê, hilbijartinên dîrokî ne û got, desthilatiya AKPê ji ber xerabûna rewşê ya aboriyê biryara hilbijartinên pêşwext girt.

    Parlamentera HDPê herwisa li ser tifaqa navbera CHP-IYI Partiyê jî ragihand ku partiyeke çepgir û sosyal demokrat bi tifaqê bûye aliyê rastgiran û got, dixwazin bila ji Che Guevara re, ji birayê wî re peyamê bişînin, vê rastiyê naguherîne.

    Filiz Kerestecioglu li ser namzedbûna Selahattin Demirtaş jî destnîşan kir ku ti astengyeke hiqûqê li ber namzedbûna wî tune ye û got," Pirsgirêka partiya me ya bende tune ye. Li Tirkiyeyê tenê HDP partiya çep e û hemû dengên çep dê ji bo HDPê werin."

    Bi heman mijarî:

    Avakarê AKPê: Erdogan xwest Gul bibe namzedê serokomariyê
    Ji HDPê bo Gul: Cesareta te tuneye? Derkeve bibe namzed
    Abdullah Gul: Ji bo lihevkirineke berfireh pêk nehat nebûm namzed
    Yildirim piştî daxuyaniya Gul got: Banê we hilweşiya û hûn hemû di bin de man
    Ji ber nûçeya hevdîtina Gul gerînendeyê Haberturkê ji kar avêtin
    Etîketan:
    namzed, Serokwekîla Koma HDPê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, Filiz Kerestecioglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de