17:02 26 Gulan 2018
Peymana nûkleerî

Faruk Logoglu: Amerîka wê ji peymana nûkleerî vekişe

© REUTERS / Carlos Barria
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 01

Balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê yê berê Faruk Logoglu krîza dawî ya belgeyên nûkleerî ya navbera Îsraîl û Îranê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê yê berê Faruk Logoglu ji bo belgeyên nûkleerî ku Îsraîlê bi dest xistin û encamên wê got: "Ez wiha bêjim, di vê demê daxuyaniya Îsraîl ya bidestxistina belgeyên nûkleerî yên Îranê gelekî watedar e. Ev dem bi zanebûn hat hilbijartin. Çimkî di 12ê Gulanê de yanî piştî 10 rojên din Serokê Amerîkayê Donald Trump wê biryara xwe ya vekişandin an jî venekişandina peymana nûkleerî ya Îranê re bide."

‘ÎSRAÎLÊ BI ZANEBÛN NIHA EV HEMLEYA BELGEYAN KIR'

Pisporê têkiliyên navneteweyî Faruk Logoglu di axaftina xwe de got: "Eger Amerîka biryara vekişandina peymana nûkleerî bide, ev jî tê wateya ku wê Amerîka li hemberî Îranê dest bi mûeyîdeyan bike. Li gor texmînên min Îsraîl ji bo ku van encaman bi dest bixe vê demê ev hemle pêk anî. Berpirsên îranî îdîayên Îsraîlê yên belgeyên nûkleerî derewandin û gotin ev tiştekî çêkiriye. Herwiha Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî daxuyaniyeke ku baweriya wî bi belgeyan nayê an jî delîl kêm in kir. ji aliyê din ve Serokê Amerîkayê Trump û Wezîrê Derve yê nû Mike Pompeo piştgirî dane Îsraîlê û gotin belge rast in û em bi wan bawer dikin."

‘WASHINGTON WÊ JI PEYMANA NÛKLEERÎ VEKIŞE'

Faruk Logoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev hemû nîşan didin ku wê Serok Trump di 12ê Gulanê de îhtîmaleke mezin heta îhtîmaleke pir mezin wê ji peymana nûkleerî ya bi Îranê re bi serê xwe û yek alî vekişe. Helbet vekişandina Amerîka wê rewşê aloztir bike û dibe li Rojhilata Navîn bibe sedema êrişeke Amerîka li hemberî Îranê û rê li ber şerekî nû jî veke. Eger hûn ji min pirsa weziyetê bikin ez dikarim bêjim, jixwe niha bi taybetî li Sûriyeyê rewş gelekî tevlîhev e û dibe ev gengeşiya herêmê ya navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê bibe sedema şerekî germ. Talûkeyeke wiha ya nava aliyan her dem heye."

‘DI ŞERÊ AMERÎKA Û ÎRANÊ DE TEQEZ DIVÊ TIRKIYE BÊTEREF BIMÎNE'

Logoglu di dirêjiya axaftina xwe de ji bo terefgiriya Tirkiyeyê ya şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê got: "Çi dibe bila bibe di her halî de divê Tirkiye bêteref bimîne. Çimkî Tirkiye alîgir bû û piştgiriya peymana nûkleerî kir û dibêje Îran li gor peymanê tevdigere. Ji bo ku kontrola peymanê ji aliyê Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ku navenda wê li Vîyanayê ye tê kirin û li gor daxuyaniyê IAEYê Îran soza xwe ya peymanê bi cih tîne. Lewma di meseleya peymana nûkleerî de ti aciziyeke Tirkiye tuneye. Eger Amerîka di şerê li hemberî Îranê de piştgirî an jî alîkariya Tirkiyeyê bixwaze, teqez divê Enqere vê piştgiriyê nede an jî divê bêteref bimîne."

Bi heman mijarî:

Îsraîl: Di êrîşek Îranê de em ê Esad û rejîmê ji holê rakin
Îsraîl: Me li 12 hedefên Sûriyeyê û Îranê da
Hat îdiakirin ku Amerîka û Îsraîl li ser plana ji bo astengkirina Îranê li hev kiriye
Kerry: Îsraîl û Misirê zor da Amerîkayê, da ku Îranê bombebaran bike
'DYA, Îsraîl û dewletên ereban li dijî Îranê hevpeymanekê dadimezirînin'
Etîketan:
Peymana nûkleerî, Faruk Logoglu, AmerÎka, Tirkiye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de