07:52 25 Gulan 2018
    Kamp-penaber

    'Sûriyeyî bo patlamenteriyê namzediyê dixwazin'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyeyê ji 3 mîlyon û nîv sûriyeyiyan 50 hezar kesî hemwelatîtiya Tirkiyeyê bidest xistin û di hilbijartina pêşwext a 24ê Pûşberê de dê dengê xwe bikarbînin. Penaberên sûriyeyî bo Serokê berê yê Meclîsa Tirkmenan Semir Hafez wek namzede AKPê nişan bidin 5 hezar îmze kom kirin û ji serokomariya Tirkiyeyê re şandin.

    50 hezar sûriyeyiyên ku hemwelatîtiya Tirkiyeyê bidest xistin bo di hilbijartina 24ê Pûşberê de namzedekî nişan bidin dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kirin. Herwiha komên ereb û tirk yên sûriyeyî li Yayladag, Antakya û Osmaniyeyê bo Serokê Meclîsa Sûriyeyê yê tirkmenan Semir Hafez ji AKPê wek namzed nişan bidin dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Hat ragihandin ku heta niha 5 hezar îmze hatine komkirin û ji serokomariyê re hatine şandin. Tê payin ku ev hejmar dê bighêje 25 hezaran îmzeyan.

    Li gor nûçeya Kararê ji 3 mîlyon û nîv penaberên ku ji Sûriyeyê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê serîlêdana 120 hezar penaberan bo hemwelatîtiya Tirkiyeyê qediyaye. 50 hezar sûriyeyîyên ku hemwelatîtî bidest xistin e di hilbijartina pêşwext a 24ê Pûşberê de dê bikaribin dengê xwe bikar bînin. Hat eşkerekirin ku di demek nêz de hejmara sûriyeyîyên ku hemwelatîtiya Tirkiyeyê bidest bixin dê derkeve 30 hezar kesî.

    Bi heman mijarî:

    Gelo hilbijartin dê çawa bin û kî dê bi ser keve?
    HDP: Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin
    Akrê bi fermî wek paytexta Newrozê hat hilbijartin
    Etîketan:
    hemwelatîtî, parlamenter, namzed, penaber, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de