20:53 20 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    'Ya dê rejîma dîktatoriyê ava bibe, an jî dê têkoşîna demokrasiyê qezenç bike'

    © AP Photo / Petros Giannakouris
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê yê berê û namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş rexneyên tund li mûxalefetê girtin. Demirtaş daxuyand ku mûxalefet di bijartina namzedê serokomariyê de ne zelal e, kesên ku namzedên xwe li odeyên otelan bi nepenî nîqaş dikin di dema kampanyayan de nikarin gel beşdarî xebatên xwe bikin.

    Selahattin Demirtaş
    © AFP 2018 / Ozan Köse
    Selahattin Demirtaşê ku namzediya wî hêj bi fermî nehatiye eşkerekirin ji Rojnameya Cumhuriyetê re nivîsek nivîsand. Demirtaş di nivîsa xwe de rexneyên tund li partiyên mûxalefetê girtin ku ‘hilbijartin bi tenê ne sindoq e' got. Demirtaş di nivîsê de hin pêşniyaz jî li mûxalefetê kirin: "Beriya hertiştî ev hilbijartin li ser siyaseta Tirkiyeyê bi salan dê bandordar be, ya dê rejîma otoriter a AKPê serfiraziya xwe îlan bike û dîktatorî ava bibe, an jî têkoşîn û pêşdebirina demokrasiya welat ya ji avakirina Cumhuriyetê dê bidome."

    Demirtaş di nivîsa xwe de got mûxalefet li odeyên otelan bi nepenî namzedên xwe nîqaş dikin, lê di dema kampanyaya hilbijartinê de nikarin gel tevlî xebatên xwe bikin, divê bi helwestek demokratîk, edalet, aştîyane û azadîxwaz kampanyaya xwe bihûnin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Serkeftinê dixwazim
    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Partiyeke din piştgiriya xwe bo Demirtaş ragihand
    ‘Demirtaş ceza jî bistîne dê bibe namzed'
    Etîketan:
    namzed, serokomarî, hilbijartin, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de