08:08 25 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan û Abdullah Gul

    Avakarê AKPê: Erdogan xwest Gul bibe namzedê serokomariyê

    © AFP 2018 / TARIK TINAZAY
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîr yê berê Abdullatif Şener destnîşan kir ku namzediya hevpar ya Abdullah Gul bo mûxalefetê, projeyek bû. Li gor îdiaya Şener xwediyê vê projeyê serokomarê Tirkiyeyê û serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan e.

    Cîgirê Serokwezîr yê berê Abdullatif Şener ji televîzyona Artiyê re derbarê rojeva Tirkiyeyê de axivî. Abdullatif Şener destnîşanî namzediya serokomarê 11em yê Tirkiyeyê Abdullah Gul kir ku projeyek bû lê pêk nehat. Şener: "Erdogan ne li dijî namzediya Gul bû, ez serokomar Erdogan baş nas dikim, gellek kompartimanan bikartîne û ji yekê be jî dixwaze encamê bidest bixe."

    Abdullatif Şener balkişand ser namzediya hevpar ya Abdullah Gul bo mûxalefetê ku ev projeyek Recep Tayyip Erdogan bû û ji bo Gul bibe namzed hewl dida, lê Erdogan wek ku ne wî xwestiye jî tevgeriya. Şener wiha dewam kir: "Piştî ku partiyên mûxalefetê Gul nişan nedan, bo Erdogan formûla Gul hilweşiya, Erdogan wek ku hewl neda be û ne xwestibe Gul bibe namzed, Sererkan û Şêwirmendê xwe derdixe pêş. Ev plan hinekî tevlî hev e, lê bi ya min zelal e, Erdogan hem dixwaze Gul bibe namzed, ji aliyê din ve jî hin kesan bi ser de dişîne ku wî ji fikra wî paş de vegerîne."

    Şener derbarê hevdîtina Akar û Gul de jî got, ez baş dizanim ku hevdîtin pêk hatiye, ji min re hat gotin. Akar û Kalin bi helîkopterekê diçin ba Gul û nêzî saet û nîvekê hevdîtinê pêk tînin û peyama Erdogan ji Gul re vedibêjin.

    Bi heman mijarî:

    Ji HDPê bo Gul: Cesareta te tuneye? Derkeve bibe namzed
    Yildirim piştî daxuyaniya Gul got: Banê we hilweşiya û hûn hemû di bin de man
    Abdullah Gul: Ji bo lihevkirineke berfireh pêk nehat nebûm namzed
    Ji ber nûçeya hevdîtina Gul gerînendeyê Haberturkê ji kar avêtin
    Reuters: Abdullah Gul nabe namzedê serokomariyê
    Erdogan ji bo Gul: Nav bi nav dizanim kî diçe hevdîtinan
    Etîketan:
    namzedî, gul, serokomarî, erdogan, hilbijartin, Abdullatif Şener, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de