17:03 26 Gulan 2018
Standard and Poor's (S&P)

Standard&Poorsê dîsa puanê krediya Tirkiyeyê kêm kir

© AP Photo / Henny Ray Abrams
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Saziya pîlekirin a kredî ya navneteweyî Standard&Poorsê dîsa puanê krediya Tirkiyeyê kêm kir.

S&Pyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku puanê kredî yê cinse pereyên biyanî ya Tirkiyeyê ji "BB" bo "BB-"yê û cinse pereyên navxweyî jî ji "BB+" bo "BB" hat daxistin. Li gor daxuyaniya S&Pyê sedema daxistina puanê krediyê nehevsengiya ekonomîk a Tirkiyeyê zêde bûye û bergeha enflasyonê xira bûye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku pozisyona malî ya Tirkiyeyê gelekî qels bûye û ekonomî zêde germ bûye.

Li gor daxuyaniyê, eger Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê hedefa xwe ya rêjeya enflasyonê bigihîne nêzî ji sedî 5an û pozisyona derve bi îstîqrar bidomîne wê puanê krediyê zêde bikin.

 

 

Bi heman mijarî:

Ekonomiya Tirkiyeyê ji ya eşkerekirî biçûktir bûye
Li gorî Commerzbankê ekonomiya Tirkiyeyê têk diçe
Ekonomiya Tirkiyeyê piştî 7 salan biçûk bû
Etîketan:
S&Pyê puanê krediya Tirkiyeyê daxist, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de