04:44 25 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: Serkeftinê dixwazim

    © AFP 2018 / Ozan Köse
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
    0 30

    Hevserokê berê û parlamentarê Stenbolê yê HDPê Selahattîn Demirtaş bertek ji 5 sal cezayê ku ji wî û parlamentarê HDPê Sirri Surriye Onder re tê xwestin nîşan da û got, ‘Edalet hatiye vê astê.”

    Demirtaş di peyama xwe ya ji girtîgeha Edirneyê ku li ser hesabê twitterê hatiye weşandin de, 5 sal cezayê ku dozger di dadgehkirina doh de ji bo wan xwestiye nirxand.

    Di peyamê de hat gotin, Demirtaş ji girtîgehê peyama serkeftinê ji bo hilbijartinan şand û li ser cezayê bi hinceta axaftinên wan ên 17ê Adara 2013an li Newrozê ku bi propagandaya terorê û tundiyê têne tawanbarkirin, bertek nîşan da.

    'ASTA KU EDALET HATIYE EV E'

    Demirtaş got, "Di doza ku ji bo 8ê Hezîranê hatiye taloqkirin û dibêjin, propagandaya rêxistinê kiriye, di pêvajoya çareseriyê de, encama rapora polîsan a axaftina me ya li Newroza 2013an e. Ha ji vê axaftinê re dibêjin, em 5 sal ceza bidin. Asta ku edalet hatiye ev e!"

    JI BO XEBATÊN HILBIJARTINÊ SERKEFTIN XWEST

    Demirtaş herwiha ji bo her du hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di xebatên hilbijartinê de serkeftin xwest û got, "Di helmeta hilbijartinê de barê giran li ser milê hevserokên me ye. Em wan li her devera ku biçinê bi girseyî û coşî pêşwazî bikin. Serkeftinê dixwazim."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Ermenistanê nehat hilbijartin
    Rûsya: Pêdiviya belgeyên Netanyahû yên Îranê bi teyîtkirinê heye
    Mattis ji senatoyê xwest, ji bo çekên rûsî dorpêçan li ser Tirkiyê nesepînin
    Li pîrozbahiyên parîsê ragêşiya 1ê Gulanê: Peyamnêrê Spûtnîkê birîndar bû
    Amerîka: Eger êrîş li ser hevparên me çêbibe, em ê wan biparêzin
    Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
    Pêşnûmaya 'Îsraîl wek welatê cihûyan dinase' di dengdana pêşî de hat pejirandin
    Etîketan:
    Hilbijartin, Demirtaş, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de