11:17 24 Gulan 2018
    Pîrozbahiya 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê li Amedê

    Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli di mitînga 1ê Gulanê ya Amedê de axivî û got "Em van ji Zîlan, Dêrsim, Agirî, Soma û Cizîrê nas dikin. Ji bo hisabpirsîna van, em ê Newroz û 1ê Gulanê rakin 24ê Heziranê. Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn, Botan û Amedê vegere. Ji bajarên kurdan deng ji wan re dernakeve."

    Li Amedê kedkarên kurd ji bo 1ê Gulanê derketin qadê. Bi pêşengtiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTBê pîrozbahiya 1ê Gulanê ya Roja Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê li Qada Îstesyonê ya Amedê mitîng hat lidarxistin. Beriya pîrozbahî dest pê bike, serê sibehê hemû rêyên diçin qada mitîngê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li derdora qada mitîngê bi sedan polîs û maşîneyên zirxî hatin bicihkirin. Kortej û welatiyên berê xwe dan qada mitîngê di noqteyên lêgerîna polîsan re derbas bûn. Polîsan kelûpelên wekî pereyên zîv, heste, pênûs, rûj, parfûm û dedorant bera qada mitîngê nedan. Rojnameger bi pêşengtiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî bi kortejekê meşiyan qadê.

    Pîrozbahiya 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê li Amedê
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Pîrozbahiya 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê li Amedê

    ‘EM Ê LI DIJİ BÊ HIQUQİYAN DI 24Ê HEZİRANÊ DE BERSIV BIDIN'

    Di mitîngê de li ser navê komîteya amadekar M. Şirin Gurbuz axivî û got, "AKP 22 meh in welêt bi rewşa awarte bi rêve dive. Bi rewşa awarte politîkayên şer jî lez bûn. Gelek kedkar ji kar tên derxistin. Her wiha bêkarî her roj diçe zêde dibe. Em ê li dijî van kiryarên bêhiquqî bersiva xwe di hilbijartinên 24ê Heziranê de bidin."

    TEMELLİ: EM VAN JI ZİLAN, DÊRSİM, AGIRİ, SOMA Û CIZİR NAS DIKIN

    Piştre Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli axivî. Temelli di axaftina xwe de ev tiş gotin, "Em ê hisabê hemû komkojiyên ku pêk hatine ji wan bipirsin. Ji bo hisabê komkujiyan bipirsin dê gel di hilbijartinên 24ê Hezîranê de bi hevre tevbigere. Em van ji Zîlan, Dêrsim, Agirî, Soma û Cizîrê nas dikin. Ji bo hisabpirsîna van, em ê Newroz û 1ê Gulanê rakin 24ê Heziranê. Ew bi zilmê li ser pêyan dimînin. Desthilatiya xwe bi dijminatî berdewam dikin. Erdnîgariyek qeyûman afirandin. Tu bersiva wan ji bo tayînkirina qeyûman tune ye."

    Pîrozbahiya 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê li Amedê
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Pîrozbahiya 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê li Amedê

    Operasyona li dijî Efrînê
    © REUTERS / Khalil Ashawi
    ‘HISABÊ WAN DÊ JI KERKÛK, EFRÎN Û AMEDÊ VEGERE'

    Temelli balkişand ser hilbijartinên 24ê Heziranê û wiha berdewam kir "Em deng nadin AKPê. Ji bajarên kurdan deng ji wan re dernakeve. Ji bo kesên li vir dibin kurd, li Enqereyê jî dibin gur, deng tune ye. Ji îro şûnde em hemî wekî muşahid in. Em îradeya xwe teslîmî tu kesan nakin. AKP ji sedî 51ê nabîne. Em hisabê 80ê parlamanteran nakin, em hisabê 180 parlamanteran dikin. Hisabê wan yê 80 parlamanteran dê ji Kerkûk, Efrîn, Botan û Amedê vegere."

    Bi heman mijarî:

    Temelli: Li Amedê dibin kurd, li Enqereyê jî dibin gur
    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
    Temelli: Alîgirên me deng nadin Meral Akşener
    Temelli: Li Efrînê sivîl tên kuştin
    Etîketan:
    Hevserokê Giştî yê HDPê, Sezai Temelli, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de