14:17 23 Gulan 2018
    Hevserokê HDPê Sezai Temelli - pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Amedê

    Temelli: Li Amedê dibin kurd, li Enqereyê jî dibin gur

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli li Amedê beşdarî mitînga 1ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran bû û axaftinek kir. Temelli di axaftina xwe de rexne li AKPê girt û got, ew gava tên Amedê dibin kurd, gava diçin Enqereyê jî dibin gur.

    Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli li Amedê beşdarî mitînga 1ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran bû û li vir axaftinek kir. Temeli di axaftina xwe partiya desthilat a tirk AKP rexne kir û got, "Ev bi polîtîkayên xerakirin û şer li ser pêyan disekinin. Bi polîtîkayên xerakirina bajêr em ji cihê me kirin. Difikirin ku wê bi çêkirina avahiyên TOKIyê ser sûcên xwe bigirin. Hişmendiya wan a betonê bi xerakirina Sûrê berdewam dike. Em ê Sûrê jî şûnwarên xwe yên xerakirî jî ava bikin."

    Temelli wisa berdewam kir, "Bi xerakirina bîrdariyên Ugur Kaymaz û Roboskiyê nikarin bi me bidin jibîrkirin. Em xwediyê bîra fîl in. Em ê ti tiştî nedin jibîrkirin. Xerakirineke mezin jî di qada siyaseta demokratik de tê meşandin. Aliyên dixwazin bi polîtîkayên şer xera bikin, pêşiyê li Tirkiyeyê digirin. Bi rakirina parêzbendiyan mekanizmaya derbeyê xistin meriyetê. Idris Baluken, Çaglar Demirel, Reza Zugurli û pitika wê ya 3 salî çima di girtîgehê de ne? Ne ji ber sûcekî."

    Sezai Temelli derbirî ku heta Figen Yuksek û Selahattin Demirtaş azad nebin sekinandin ji bo me tune ye û ev tişt anîn ziman, "Bêtehemuliya wan a li hemberî siyaseta demokratik bi qeyûman encam da. Qayimên bi xespkirina gel hatin ser kar, pêşiyê gendelî kirin. Hemû qeyûman çenteyên xwe kom kirine û dê biçin bibin namzed. Bila ji bajarên kurdan ji AKPê re, ji namzedên wê re deng dernekevin. Binêrin, li vir dibin kurd, gava diçin Enqereyê jî dibin gur."

    Bi heman mijarî:

    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...
    Temelli: Li Efrînê sivîl tên kuştin
    Etîketan:
    Hevserokê Giştî yê HDPê, Sezai Temelli, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de