20:58 22 Gulan 2018
    Hilbijartin

    Mediar: Tifaqa cumhur di meclîsê de serdestiyê bidest naxe

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor encamên anketa Şîrketa Madiarê di hilbijartinên pêşwext a 24ê Pûşberê de tifaqa cumhur ji % 42.5 dengan distîne. Bi vî awayî tifaqa AKP-MHP di meclîsê de jî piraniya parlamenteran bidest naxe.

    Şîrketa Madiarê li 26 bajaran bi 2660 kesan re anketek birûbirû li dar xist. Di anketa hilbijartina pêşwext de dê gelo dengê xwe bidin kîjan partî û kîjan serokomarî hat pirsîn. Di anketê de derket holê ku di hilbijartina parlameteriyê de CHP: 22.9, Partiya IYI 17.1, HDP 13.2, Partiya Saadetê 3.1 hat çaverêkirin. Partiya Saadetê heke bi tifaqê re bikeve hilbijartinê li dora 12-16 parlamenteran derdixe, ev jî tê ser wê wateyê ku tifaqa cumhur di meclîsê de serdestiya parlamenteran winda dike.

    Madiarê ji hilbijêrên CHP, IYI, HDP û Partiya Saadetê re gelo divê namzedê CHPê bi ya we kî be? jî pirsî:

    Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 25.00

    Abdullatif Şener: Ji % 19.12

    Muharrem Ince: Ji % 11.76

    Yilmaz Buyukerşen: Ji % 9.22

    Ilhan Kesici: Ji % 8.76

    Abdullah Gul: Ji % 6.42Yên din: Ji % 19.72

    Mediarê bi tenê ji hilbijêrên CHPê pirsî ku gelo bi ya we divê namzedê CHPê kî be? encamên wê wiha ne:

    Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 36.29

    Abdullatif Şener: Ji % 14.45

    Muharrem Ince: Ji % 20.36

    Yilmaz Buyukerşen: Ji % 13.96

    Ilhan Kesici: Ji % 8.21

    Abdullah Gul: Ji % 0.16

    Yên din: Ji % 6.57

    Bi heman mijarî:

    Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
    Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
    Etîketan:
    bloka Na, tifaqa cumhur, hilbijartin, namzed, Mediar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de