04:34 28 Gulan 2018
1ê Gulanê

Endamên Koma ku xwestin biçin Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin

© REUTERS / Kemal Aslan
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Polîsan destûr nedan kesên ku xwestin li qada Taksîmê kom bibin û pîrozbahiyên 1ê Gulanê pîroz bikin. Hawirdora rêyên ku derdikevin qada Taksîmê ji çûnûhatinê re bi bariyerên polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Li gellek deveran roja karkeran 1ê Gulanê tê pîrozkirin. Herwiha kesên ku xwestin li qada Taksîma Stenbolê kom bibin û 1ê Gulanê pîroz bikin rastî mudaxeya polîsan hatin. Koma ku ji 15 kesan pêk dihat ji aliye polîsan ve hatin desteserkirin.

​Endamên Partiya Azadiya Gel (HKP) ji navçeya Beşiktaşa Stenbolê ber bi qada Taksimê ve meşiyan ku li qadê kom bibin û pîrozbahiyên 1ê Gulanê pîroz bikin. Herwiha qada ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin kesên ku xwestin bikevin qada Taksîmê desteserkirin.

Etîketan:
pîrozbahî, yekê gulanê, şer, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de