17:31 23 Gulan 2018
    Temel Karamollaoglu

    Namzedê serokomarî yê Partiya Saadetê diyar bû

    © Sputnik / Saadet Partisi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ji aliyê partiyê ve wek namzedê serokomariyê hat nîşandan.

    Namzedê Partiya Saadetê yê ji bo hilbijartina serokomariyê ku di 24ê Hezîranê de tê lidarxistin eşkere bû. Piştî şêwr û nirxandinên berfireh Serokê Giştî Temel Karamollaoglu wek namzed hat nîşandan.
    ‘Saadet 5, Karamollaoglu ji sedî 10 bû'

    Li gor daxuyaniya rêvebirên partiyê di anketan de dengê partiyê 5 û yên Serokê Giştî Temel Karamollaoglu jî ji sedî 10an derbas dikir. Piştî namzediyê Karamollaoglu di axaftina xwe de got: "Em pêşveçûnan dibînin û ev hêviyê dide me."

    Hêjayî gotinê ye ku Partiya Saadetê ji bo namzediya Abdullah Gul gelekî hewl da û ji bo vê çendîn car bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener re jî hevdîtin pêk anî bû.

    Bi heman mijarî:

    Partiya Saadetê namzedê xwe yê serokomariyê eşkere dike
    Di lîsteya berendamên Partiya Saadetê 4 nav derketin pêş
    Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
    ‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'
    Partiya Saadetê: Li Tirkiyeyê krîza aboriyê heye lê hikumet ser wê digre
    Etîketan:
    Partiya Saadetê, Temel Karamollaoglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de