11:14 24 Gulan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Hemû aliyên ‘NA'yê divê di tifaqê de cih bigrin

    © REUTERS / UMIT BEKTAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê hilbijartinên 24ê Pûşberê, tifaq û HDPê de axivî. Kiliçdaroglu eşkere kir ku tifaq bi hemû bloken ‘NA'yê re pêk were ez ê kêfxweş bibim, em çiqas bi yeplazeyek berfireh bikevin hilbijartinê dê ewqas baştir be, em nikarin dijminahiya ti partiyan bikin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan
    Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
    Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Rojnameya Cumhruiyetêre axivî û destnîşan kir ku divê hemû bloken ‘NA'yê yek bin û bi hevre beşdarî hilbijartinan bibin: "Em nikarin hin partiyan dijmin îlan bikin û li dijî wan derkevin, ev ne demokrasî ye, hin kes li dijî hilbijêrên AKPê jî derdikevin, ev ne tevgerek rast e." Kiliçdaroglu derbarê tifaqa bi HDPê re jî wiha got: "tifaqa CHP-HDPê tuneye, tifaq divê bi hemû bloken ‘NA'yê re pêk were, ev bihevrebûn pêk were em ê kêfxweş bibin.

    Kiliçdaroglu destnîşan kir em bi Erdogan re ziddê hev in, bi hilbêjêrên AKPê re ti pirsgirêkên me tune ye. Em bi Erdogan re carcaran dikevin dîyalogên tund lê em peyamên nerm ji hilbêjêrên AKPê re dişînin, em dixwazin ew jî dema ku biçin ser sindoqan ji hêla demokrasiyê ve dengê xwe bikar bînin.

    Kiliçdaroglu di axaftina xwe de bal kişand ser herdu hilbijartinan ku cara ewil bi hevre tên kirin û got: "Divê em baş ji gel re vebêjin, ev mijarek pir girîng e, divê gel jê haydar be."

    Serokê CHPê derbarê namzedê serokomariyê yê CHPê de jî wiha got: "Em nabêjin gerek ji CHPê be, em dixwazin kesayetek ku gel bi nermî û xweşî pêşwazî bikin, dema ku gel biçe ser sindokê bi dilrehetî biçe û dengê xwe bide wî. Blokên ‘NA'yê heke biçin ser sindokê ez bawerim em ê vê hilbijartinê qezenç bikin."

    Bi heman mijarî:

    Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
    Erdogan bertek ji tifaqa CHP û IYI Partiyê re nîşan da: Ev felaketeke rastîn e
    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    CHP: Havênê mirovatiyê di dilê wan ên ku dibêjin ‘baş e ku teqe li Esad kirin’ tune ye
    Etîketan:
    bloka NAyê, tifaq, chp, hilbijartin, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de