04:16 25 Gulan 2018
    sandoq - Enqere - hilbijartin

    ‘Di manîfestoyê de demokrasi, azadî û îstîqrar dê cih bigre'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi, naveroka manifestoya serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a hilbijartina 24ê Pûşberê di qunciknivîsa xwe de eşkere kir. Li gor agahiyên Selvi di manîfestoyê de demokrasi, azadî û refah dê cih bigre.

    Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi derbarê naveroka manifestoya Recep Tayyip Erdogan de bi sernava ‘Manîfestoya ku Erdogan dê Eşkere bike' nivîsek nivîsand. Selvi di nivîsa xwe de wiha got: "Desteyek bê navber derbarê manifestoya Erdogan ku di 6ê Gulanê de di Kongreya Stenbolê de dê eşkere bike dixebite."

    Nivîskar Selvi da zanîn ku ez bi hin rayedarên AKPê re axivîm e û gotine manifestoya Erdogan bi tenê ne ji bo Tirkiyeyê bo cîhanê ye jî. Ji aliyêdin ve rayedarên AKPê di dîrokek pêş de dê daxuyannameya hilbijartinê jî eşkere bikin.
    Abdulkadir Selvi destnîşan kir ku di daxuyaniya Erdogan a bo hilbijartinê ya 6ê Gulanê de piranî dê demokrasi, azadî û refah cih bigre û manîfesto bo pergala nû ya serokomariyê wek bingehek û rêberekê tê dîtin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hayê Erdogan û Yildirim ji ankêta ku Selvi eşkere kir tune ye'
    Ji Selvi dîroka derbeyeke nû: Vê carê wê gelek xwîn were rêtin
    Selvi: Erdogan bi endamtiya partiyê tenê nasekine
    Etîketan:
    serokomarî, 24ê Pûşberê, hilbijartin, Abdulkadir Selvi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de