18:08 21 Gulan 2018
    Camî-mizgeft

    Miftiyê ku pergala serokatiyê rexne kir ji wezîfê hat standin

    © AFP 2018 / Bart Maat
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Miftiyê Zonguldakê Kemal Turksoy ji bo ku di xutbeya xwe de pergala serokatiyê rexne kir ji aliyê Serokatiya Karê Diyanetê ve ji wezîfê hat standin.

    Serokê Konseya Miftiyên Rûsyayê Ravil Gaynutdin
    © Sputnik / Михаил Воскресенский
    Cîgirê Miftiyê Zonguldakê Kemal Turksoy 20ê Nîsanê di xutbeya xwe ya Camiya Hz. Elî de pergala serokatiyê rexne kir û got: "Ataturk ji bo pergala serokatiyê nebe beramberê siltaniyetê komarî bijart. Niha dîsa hewl didin ku pergalekê serokomariyê ava bikin."

    ‘NABE DÎSA EM VEGERIN SILTANIYETÊ'

    Kemal Turksoy di berdewamiya xudbeya xwe de got: "Siltaniyetî herifî û li şuna wê pergaleke nû hat. Ya divê komarî yan jî divê pergala serokatiyêbûna. Lê Ataturk ji bo ku pergala serokatiyê wek siltaniyetê didît komarî bijart. Niha dîsa hewl didin pergalekê ava bikin. 90 sal bi ser herifandina siltaniyetê re derbas bû û em nikarin dîsa vegerin vê pergalê. Em ê pêk ve biryarê bidin, lê wê kesek biryara vê bide wek reîsê malê. Herî baş hûn dizanin bê biryareke çawa bidin. Wijdanê me dikare her tiştî bipîve."

    Miftiyê Zonguldakê bi sedema ku Kemal Turksoy li camiyê siyaset kiriye giliyê wî kir û derheqê wî de lêpirsîn hat vekirin. Miftiyê Zonguldakê Rustem Can di axaftina xwe de ragihand ku Turksoy ji kar hatiye dûrxistin û niha lêpirsîn dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Miftî û sê cîgirên wî li Kerkûkê hatin kuştin
    Miftî jî di nav de 29 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    Miftiyê Zonguldakê ji wezîfê hat standin, Kemal Turksoy, Zonguldak, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de