05:32 22 Gulan 2018
    1ê Gulanê

    Hemû rêyên ku derdikevin Taksîmê hatin girtin

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê hemû rêyên ku derdikevin Meydana Taksîmê hatin girtin.

    Li gor agahiyan, di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de ji bol i seranserê bajarê Stenbolê pirsgirêk dernekeve gelek rê ji trafîkê re hatine girtin.

    Di vê çarçoveyê de hêzên ewlehî şevê din hemû rêyên ku derdikevin Meydana Taksîmê yên wek Rêya Tarlabaşi, Gumuşsuyu, Halaskargazi, Komarî û gelek rêyên biçûk ji trafîkê re girtin. Polîsan bi bariyer û wesayîtên xwe liv an rêyên navborî bergirî wergirtiye.

    Herwiha di çarçoveya tedwîrên ewlehiyê de tîmên hêzên çevîk jî bo herêmê hatin şandin.

    Li Stenbolê pîrozbahiya 1ê Gulanê li qeraxa Maltepeyê pêk tê û di çarçoveya tedwîrên trafîkê de gelek rê bi wesayît û bariyerên polîsan hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Li Taksîmê tevgera 1ê Gulanê dest pê kir
    Li Yekîtiya Sovyetan 1ê Gulanê
    Walîtiyê dirûşmên kurdî bi xeter dîtin û bo çalakiya 1ê Gulanê destûr neda
    DISKê qada pîrozkirina 1ê Gulanê eşkere kir
    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de 207 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Pirozbahiyên 1ê Gulanê, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de