21:00 22 Gulan 2018
    Hevserokê HDPê Sezaî Temellî - Amed

    Temelli li ser îhtimala cezakirina Demirtaş axivî: Gel namzedê me nîşan dide...

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)
    0 0 0

    Rêxistina HDPê ya Amedê berîya xebatên hilbijartinê ji bo nêrinên wan bigire bi 73 nunerên saziyên sivîl yên Amedê re civîya. Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli di civinê de axivî û li ser îhtîmala cezekirina Selahattin Demirtaş got, “Bi fermana ‘Qesrê’ darizandin tê kirin."

    Hevserokê HDPê diyar kir ku ger biryarek li wir derkeve ji bo wan di hikmê tunebunê de ye û namzetê wan Demirtaş ne dadgehên derew, gel nîşan dide.

    Rêxistina HDPê ya Amedê berîya xebatên hilbijartinê ji bo nêrinên wan bigire bi 73 nunerên saziyên sivîl re civîya. Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli û parlamanterên HDPê tevlî civînê bun. Hevserokê HDPê yê Amedê Şerif Camci têkildarî naveroka civinê de agahî da û got "Me xwest berîya ku em dest bi xebatên hilbijartinê bikin rexne û pêşniyariyên nunerên saziyên sivîl guhdar bikin û wiha em dest bi xebatên xwe bikin. Xebatên me dê di 5ê Gûlanê de destpê bike."

    ‘NAMZETÊ ME NE DADGEH, GEL NİŞAN DIDE'

    Piştre Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli axivî. Temelli têkildarî namzetîya Selahattin Demirtaş û îhtîmala cezekirina wî wiha got "Ji bo ‘Tifaqa Cumhur' bikeve divê hemu partî bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. Aniha ji ber bendbendîya nava civakê partî nikarin werin cem hev. HDP ne tenê xêza partiyê, hemu kesan werdigire nava xwe. Hemu temsîl kirin girînge. Partiyên di li şuna temsîlîyetê dixwazin li ser kesan pêvajoyê bi meşînîn. Tifaqek bêyi HDPê wê li gorî bervewendiyên desthilatdariyê be. Me pêşniyarîya namzetan girt û navê birêz Demirtaş derket pêş. Di doza ku Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder tên darizandin de dev ji hiquq û edalatê berdin salona dadgeh jî tune bu. Bi fermana ‘Qesrê' darizandin tê çêkirin. Her wiha biryarek ku li wir derkeve ji bo me di hikmê tunebunê deye. Namzetê me ne dadgehên derew û fezlekeyên dozgeran nîşan dide, gel nişan dide."

    Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê girtî berdewam kir.

     

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)

    Bi heman mijarî:

    Rayedarên amerîkî ala rûsî ya li ser konsûlxaneya Seattleyê daxist
    PKKê li Dersîmê êrîş kir: 3 leşker birîndar bûn
    Pûtîn û Netanyahû li ser ‘bernameya nepen a nukleerî’ axivîn
    Ji MSDê bangewaziya Efrînê: Rapora binpêkirinan ji NYyê re tê şandin
    Etîketan:
    Sezai Temelli, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de