18:07 21 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da

    © AP Photo / Petros Giannakouris
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)
    0 20

    Parlamentar û Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş bi sedema pîrozkirina 1ê Gulanê cejna karkeran peyamek weşand.

    Demirtaş di peyama xwe ya li ser hesabê Twitterê de, wêneyê xwe yê bi bavê xwe re û wêneyekî xwe yê bi karkeran re parve kir.

    Demirtaş li ser wan wêneyên ku ji bilî pîrozkirina cejna karkeran banga çûyîna ser sindoqan dike wiha nivîsand:

    "Roja têkoşîna kedkar û karkeran 1ê Gulanê pîroz be. Ji bo rêgiriya li ber mijandina kedê û dawîanîna qetlîamên karkeran pêşî hemû bi hev re bimeşin qadan û piştre jî herin sindoqan."

    Ji Selahattîn Demirtaş û parlamentarê Enqerê yê HDPê Sirri Sureyya Onder re îro 30yê Nîsanê derketibûn pêşberî dadgehê li Enqereyê û dozger heta 5 salan ceza ji bo wan xwestibû, bi hinceta ku di axaftinên xwe de ‘propagandaya terorê' kirine.

    Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li girtîgeha Edîrne girtî ye.

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (96)

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê bi hêzeke 58 hezaran operasyon tê kirin
    Hevseroka HDPê Buldan bû sergovend
    'Sivîlek li bakurê Kerkûkê kuştî hat dîtin'
    Komeleya Îslamî: Ji her demê zêdetir pêwistî bi yekdengiya kurdan heye
    Gelo hilbijartin dê çawa bin û kî dê bi ser keve?
    Zaxarova: Medyaya Rojavayê çavdêrên sûriyeyî yên ku rastî vegotin jehrî kir
    'Ji ber ku ev 100 sal in, kurdan ji xwe re xeter dibinin, naxwazin bi wan re rûnên'
    Dîmenên reva du girtiyan
    Etîketan:
    Peyama 1ê Gulanê, Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de