17:07 24 Gulan 2018
    Heskîf

    Heskîfa dîrokî veguheriye qada şantiyê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 01

    Ajansa Sputnik Kurdistanê dîmenên rewşa dawî ya Heskîfê girtin. Heskîfa ku di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re bûye qada jiyanê ji ber xebatên Bendava Ilisûyê her roj diçe tune dibe. Heskîfa ku berê bi dîmenên dîrokî bala mirov dikişand veguheriye qada şantiyê. Welatiyên ku tên serdana Heskîfê dibêjin, "Rewşa Heskîfê dilê mirovan diêşîne."

    Dîroka 12 hezar salî ya Heskîfê di bin Bendava Ilisûyê de dimîne. Bi hezaran berhemên dîrokî li Heskîfê tên dîtin. Gelek kolandinên arkeolojîk li serê hatine kirin û dîroka wê heta beriya 12 hezar salan dibin. Li ser xetek ango pozîsyoneke stratejîk hatiye avakirin û ji ber dîroka xwe turîzma wê xûrt e. Her sal ji turîstên biyanî bigire heta yên herêmî bi deh hezaran mirov diçin serdana şûnwarên Heskîfê. Heskîf ji dîrokê ve heya niha di warê bazirganî û turîzmê de bûye cihekî girîng.

    Li Heskîfê ji bo çêkirina Bendava Ilisûyê şantiye hatine çêkirin û xebatên înşeatê tên domandin.
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Li Heskîfê ji bo çêkirina Bendava Ilisûyê şantiye hatine çêkirin û xebatên înşeatê tên domandin.

    HESKÎFA DÎROKÎ VEGUHERIYE QADA ŞANTIYÊ

    Piştî bi hilweşandina lehtan şikeftên dîrokî li ber Çemê Dîcleyê şantîyeke mezin hat avakirin û xebatên çêkirina bendavê bê navber didomin. Dema mirov dikeve nava Heskîfê tevgeriya qemyon û wesayitên kar ên şantiyê bala mirov dikişîne. Heskîfa ku berê bi rengekî dîrokî bala mirov dikişand, a niha bi hilweşandina lehtên spî buye. Wesayitên kar diçin ji qontarên Çiyayê Ramanê kevir û xweliyê tînin li ser vê setê vala dikin û digihînin bilindahiya kelehê. Seta tê çêkirin hem dîmenekî qirêj derdixe holê û di heman demê de dibe sedema xerakirina herîkînê ya ava Çemê Dîcleyê. Ji ber vê xebata înşatê toz li ser navçeyê belav dibe. Qadên dirokî yên ber çem tên betonkirin. Ne tenê dîrok, jiyana ajalên ku li xwezaya Çemê Dîcleyê dijîn jî dikeve ber metirsiyê.

    ‘REWŞA HESKÎFÊ DILÊ MIROVAN DIÊŞİNE'

    Rewşa li Heskîfê dilê welatiyên heremê jî diêşîne. Gelek kes ji bo dîtina Heskîfê tê navçeyê û dibin şahidê hilweşandina Heskîfê. Gelek kes ji vê rewşê ne razî ne. Welatiyê bi navê Xelîl ku ji Êlihê hatiye serdana Heskîfê dibêje, "Berê ev der zindî bû lê a niha weke mirovekî mirî xuya dike. Di dawiya hefteyan de ez û malbata xwe tên Heskîfê û em li vir bêhna xwe vedidin. Lê a niha ev dîmen bêhna mirov venade, zêdetir mirov xemgîn dike."

    Xebatên çêkirina bendavê li Heskîfê
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Xebatên çêkirina bendavê li Heskîfê

    ‘JI BO RAWESTANDINA BENDAVÊ NE DERENG E'

    Welatiyê bi navê Şêxmûs jî bi malbata xwe ji Mêrdinê hatiye serdana Heskîfê û derbarê mijarê de wisa diaxive, "Em carinan ji bo seyranê û serdana qadên dirokî tên Heskîfê. Lê a niha êdî dilê me ranagire ku em werin vir û van dîmenan bibînin. A niha em weke berê nayên. Mirov bi vê rewşê gelek xemgîn dibe. Em dibînin ku dîrok û çandek li vir tune dibe. Xwezî rewşek wiha derneketina holê. A niha jî ne dereng e. Heger xebata bendavê were rawestandin, ez bawer dikim Heskîf bi hêza dîroka xwe wê xwe nû bike."

    ‘JIYAN, DÎROK Û XWEZA TÊ TUNEKIRIN'

    Welatiyê bi navê Murat ê ji Heskîfê jî wiha dibêje, "Ez li vir ji dayik bûm û li vir mezin bûm. Jiyana mi tev li vir derbas bû. A niha li vir jiyana min jî tê tunekirin. Dîrok, çand, xweza tev tê tunekirin. Dibêjin temenê vê bendavê herî zêde 60 salî ye, Heskîfa 12 hezar salî ji vê bendavê re dikin qurban. Em qebûl nakin lê kes me guhdar nake û rayedar bi ya xwe dikin."

    Bi heman mijarî:

    'Xebatên hilweşandina Heskîfê xwezaya heremê dixe xetereyê'
    Wênesazê navdar Guneştekin li Heskîfê muzexaneyekê ava dike
    ‘Dewlet li Heskîfê bi awayekî xemsar û li djiî mafê mirovan xebatan dimeşîne'
    DDBê vîzeya tinekirina Heskîfê da
    Dildarên Heskîfê: Bila Dicle Azad biherike!
    Etîketan:
    şantiye, Heskîf
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de