20:51 20 Gulan 2018
    selahattin demirtaş

    Pênc sal siza ji bo Demirtaşî hat xwestin

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Dozgerê Komarê yê Tirkiyeyê bi behaneya 'propogandakirina rêxistinê' pênc sal sizaya girtinê ji bo Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder xwest.

    Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku hat xwestin ku heta 5 salan li Demirtaş û Onderî were birîn û sedema wê wek 'tawana propogandakirina rêxistinê' hat nîşandan.

    Doza ku ji ber axiftina Demirtaş û Onderî ya sala 2013an ya Newrozê li wan hatibû vekirin, îro dewam dike.

    Li gorî nûçeya medyaya Tirkiyeyê, Demirtaşê ku ji ber tawanbarkirineke din jî hatiye girtin, raporteke tenduristiyê stend û beşdar nebû lê Onder beşdar bû.

    Nêzîkî 100 parêzer ji bo parastina Demîrtaş di dadgehê de amade bûn.

    Hejmareke zêde yê parlamenterên HDPê û alîgirên vê partiyê beşdarî rûniştinê bûn. Serokê dadgehê biryar daku doz bo 8ê Hezîranê bê paşxisitin

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: KCD ji bo tundiyê rêxistineke alternatîf e
    Dozgeriyê xwest ku rewşa girtî ya Demirtaş dewam bike
    Demirtaş: Kes ne heyranê çavên reş û belek yên kurdan e
    Şahidê vêşartî ‘Mercek' yê doza Demirtaş nehate dîtin
    Demirtaş li ser îdayên ku ‘ji Ocalan talîmat stendiye' daxuyaniyek da
    Wezîrê berê bersiv da nameya Ocalan a bo Demirtaş
    Etîketan:
    Doza Demirtaş, Doza Demirtaşî, HDP, sirri sureyya onder, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de