11:14 24 Gulan 2018
    MAKS

    Midurê Giştî yê Eurasia Airshow: Di fûarê de Rûsya xwedî cihekî taybet bû

    © Sputnik / Eugene Odinokov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê fûara Eurasia Airshow Ferhat Yenibertiz, derbarê beşdarbûna Rûsyayê ya fuara Eurasia Airshowê de got ku di fûarê de Rûsya xwedî cihekî taybet bû, herwiha em ê bi fuara rûs MAKSê re peymana hevkariyê îmze bikin.

    Fûara Eurasia Airshowa ku di 25ê Nîsanê de li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê dest pê kiribû duh bi dawî bû. Di fûarê de şîrketên Rûsya, Brîtanya, Belçîka, Îtalya, DYA, Fransa û ji welatin din nûnerê nêzî 300 şîrket beşdar bûn. Derbarê fûarê de Serokê Giştî yê fûara Eurasia Airshow Ferhat Yenibertiz ji Sputnikê re axivî: "Di fûarê de Rûsya xwedî cihekî taybet bû, di roja ewil ya fûarê de bo beşdarbûna Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Rûsyayê Oleg Boçarov û Musteşarê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyeyê İsmail Demir, xwarinek taybet hat dayin."

    Yenibertiz eşkere kir ku Serokê Giştî yê fuara MAKSê ku li Rûsyayê tê li darxistin Aleksandr Levin jî beşdarî fûarê bû ye û pêşniyaza hevkariyê kirine, herwiha ji fuara li Antalyayê jî kêfxweş bûye, ji aliyê din ve bo hevkariyê em ê bi fuara MAKSê re jî bixebitin. Di rojên pêş de em ê peymanê îmze bikin.

    Bi heman mijarî:

    Şîrketa rûs Almaz-Antey di fûara Eurasia Airshow 2018an de ye
    ‘Amerîka ji bo çek û cebilxane bide dijberiya Sûriyeyê 2 milyar dolar pere da
    Amerîkayê bi bihayê 1 mîlyar dolarî çek li Iraqê ‘winda' kirin
    Etîketan:
    Eurasia Airshowa, hewagerî, fûar, berevanî, Ferhat Yenibertiz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de