17:01 26 Gulan 2018
Kemal Kiliçdaroglu

‘Ji bo kesekî nekin namzedê serokomariyê hêza dewletê bikartînin'

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ji bo çi nebû namzedê serokomariyê û derbarê hilbijartina 24ê Pûşberê de agahiyên girîng dan, Kiliçdaroglu bo serokomar Erdogan: "Ez bi rûmeta xwe û bi namûsa xwe ve girêdayim e, ez ne wek wî me."

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan
Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, derbarê hilbijartina pêşwext ya 24ê Pûşberê de hin agahî dan û namzediya xwe bo serokomariyê nirxand. Kiliçdaroglu: "Divê serokomar kesayetek bêalîgir be, herkesi himbêz bike û bêje ez serokomarê herkesi me. Divê çîrokek wî ya serkeftinê hebe, baweriyê bide gel."

Kemal Kiliçdaroglu derbarê tifaqa mûxalefetê û namzedê hevpar de jî got: "Ez ji ewil de vê fikrê diparêzim, divê serokê partiyê nebe namzedê serokomariyê. Dema ku ez bibim serokomar divê ez werim meclîsê û li ser şeref û namûsa xwe sûnd bixum, ez ne wek wî me, ez bi rûmeta xwe û namûsa xwe ve girêdayim e."

Serokê CHPê li ser îdiayên vekşîna ji namzediyê ya serokomarê berê Abdullah Gul ku sererkanê artêşa Tirkiyeyê ew ziyaret kiriye de jî got: "Rêvebirek dikta, bo ewlehiya pêşeroja xwe leşkeran bo wesayeta xwe bi kartîne. Fişarek ber bi çav, tê ser wê wateyê ku ji 24ê Pûşberê gellekî ditirsin. Ji bo kesekî nekin serokomar hêza dewletê bikartînin."

Bi heman mijarî:

Erdogan bo Kiliçdaroglu: Tu piştgirê derbekeran e
Kiliçdaroglu navê namzedê CHPê ji Akşener re got
Kiliçdaroglu û Karamollaoglu hevdîtinek li dar xistin
Kiliçdaroglu bo kesên ku namzediya xwe ragihandine: Ne cihê pûtepêdanê ye
Etîketan:
24ê pûşberê, serokomarî, chp, namzed, hilbijartin, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de