07:57 25 Gulan 2018
    Meral Akşener

    ‘Bi sedema zarokên wê dicemîdîn dayika ku xwe bi darvekir tê hişê te Erdogan?'

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroka Partiya IYIyê Meral Akşener, bertek nîşanî axaftina xaza sirûştî ya di navbera serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û stranbêj Ibrahim Tatlises de derbas bibû kir: "Gelo dema ku li bajarê Adanayê dayika ku zarokên wê dicemîdîn û xwe bi darvekir tê hişê te Erdogan? "

    Stranbêj Ibrahim Tatlises ku ev cara 4em e ji AKPê dê bibe namzedê parlamanteriyê, di mitînga serokomarê Tirkiyeyê û serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan de bîranînek xwe ya dema ku Erdogan şarêdarê bajarê stenbolê bû vegot: "Erdogan wê demê şarêdarê Stenbolê bû, min got şaredarê min xaza sirûştî hêj nehatiye ba me, dê kurê min Ido dicemide. Piştî 2 mehan xaza me hat girêdan. "

    Li ser vê axaftina Erdogan û Tatlises seroka Partiya IYIyê Meral Akşener rexne li Erdogan girtin: "Zarok cemidiye, xaza sirûştî hatiye girêdan, ez ji vir bangî Erdogan dikim, li vî welatî 3 milyon zarok birçî ne û dicemidin. Ewil li zarokên hemwelatiyên xwe xwedî derkeve, pêşiyê li ber birçîbûn û cemidandina wan bigre, wezîfeya te ya ewil ev e."

    ​Akşener bûyerek jî bibîrxist û got: "Gelo dema ku li bajarê Adanayê dayika ji ber sedema ku zarokên wê dicemîdîn xwe bi darvekir tê hişê te Erdogan? "

    Bi heman mijarî:

    Akşener di derbarê îdiayên sûîqestê de axivî
    Kiliçdaroglu navê namzedê CHPê ji Akşener re got
    Meral Akşener namzetiya min berdewam e
    Ji Meral Akşener daxuyaniya namzediyê
    Etîketan:
    tatlises, dayik, xaza sirûştî, pitik, zarok, Meral Akşener, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de