22:26 22 Gulan 2018
    Pervin Buldan

    Ji HDPê daxuyaniya Abdullah Gul

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka HDPê Pervin Buldan di axaftina xwe ya ji bo namzediya Abdullah Gul got: "Ji hêla Tirkiyeyê ve kesekî naskiriye, lê dixwazin bêjin hem tura yekem û hem jî di tura duyem de wê namzede me qezenç bike."

    Hevseroka HDPê Pervin Buldan di axaftina xwe de got: Me wek HDPê ragihand ku di hilibijartina serokomariyê de em ê bi namzedê xwe beşdar bibin û di dema herî kin de em ê namzedê xwe pêşkêşî raya gel bikin. Di nava kesên derbasbûyî de dixwazim bêjim ku di tura yekem de wê namzedê me qezenç bike û dê namzedê me bimîne tura duyem."

    Buldan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Navê Abdullah Gul jî û Selahattin Dmeirtaş jî ji bo namzediyê derbas dibe. Namzedê CHPê hê diyar nebûye û yê IYI Partiyê jî Meral Akşener e. Helbet dibe ev nav werin guherandin. Ji bo navan hê zûye em tiştekî bêjim, lewra me jî hê namzedê xwe eşkere nekiriye. Ji hêla Tirkiyeyê ve Abdullah Gul siyasetmedarekî kut ê naskirinê ye, lê dixwazin bidin îfadekirin ku hem tura yekem û hem jî di tura duyem de wê namzede me qezenç bike."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Bazar û hevdîtin bêyî me nabin
    CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
    HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
    HDP: Ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya
    Etîketan:
    Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, HDP, Pervin Buldan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de