16:35 24 Gulan 2018
    Abdullah Gul û Temel Karamollaoglu

    Karamollaoglu ji bo Gul: Em şensê xwe dîsa biceribînin

    © Sputnik / Elif Sudagezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (100)
    0 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bi mebesta ku ‘em şensê xwe biceribînin' serdana Kiliçdaroglu û Meral Akşener kir.

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ji bo namzediya Abdullah Gul bi hêviya ‘em şensê xwe dîsa biceribînin' serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener kir.

    Li gor nûçeya Umut Erdemê rojnameya Hurriyetê, Karamollaoglu di hevdîtina xwe ya Akşener de got: "Em careke din şensê xwe biceribînin", lê Akşener pêşniyara wî red kiriye.

    Akşener ji Karamollaoglu re gotiye: "Di tura pêşî de çi qas namzed derkevin hilbijartin dê hew çend demokratîk be. Eger di dengdayînê de namzed were ferzkirin çûna sindoqan dê kêm bibe û ev jî wê bi kêrî tifaka AKP-MHPê were."

    Li gor nûçeyê Karamollaoglu jî di axaftineke xwe de gotiye: "IYI Parti ji bo hilbijartina parlamenteriyê germ e bi CHP, SP, DP û HUDA-PARê re tifaqê bike."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (100)

    Bi heman mijarî:

    Karamollaoglu bi Akşener û Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne
    Kiliçdaroglu û Karamollaoglu hevdîtinek li dar xistin
    Karamollaoglu: AKPê Rewşa Awarte ji bo xwe dirêj kir
    Karamollaoglu: Di prensiban de me li hev kir
    Serokê Partiya Saadetê Karamollaoglu wê serdana Abdullah Gul bike
    Etîketan:
    Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, Temel Karamollaoglu, Abdullah Gul, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de